Hêzên hikumeta Sûriyê Cebel El-Zawiye topbaran kir

Hêzên hikumeta Sûriyê vê sibehê çeteyên bi piştevaniya dewleta Tirk li Cebel El-Zawiye ya li bejahiya başûrê Idlibê bi moşekan hedef girtin.

Hêzên hikumeta Sûriyê Cebel El-Zawiye topbaran kir
28 nîsan, 2020   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên rejîmê di hedefgirtina çeteyên bi piştevaniya dewleta Tirk li herêma Idlibê de berdewam in. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku hêzên hikumetê herêmên Kensefra û Bara yên Cebel El-Zawiye yên li bejahiyên başûrê Idlibê hedef girtin.

Duh nîvro firokeyên bêpîlot nuqteyên çeteyên Cebhet El-Weteniye ya Tehrîr ên bi piştevaniya dewleta Tirk li herêma Ziyara ya Sehil El-Xab a bejahiya bakurê rojavayê Hemayê hedef girtin.

Piştî civîna Rûsya, Tirkiye û Îranê ya bi forma Astanayê di 22’yê mehê de, êrişên hêzên hikumetê li dijî çeteyên bi dewleta Tirk li herêma Idlibê zêde bûn.

(fr)