​​​​​​​Çima Til Eran...gumanbarên bi Koronavîrusê li ber çavên hikumeta Sûriyê serbest tevdigerin

Hikumeta Sûriyê dibistaneke li bajarokê Til Eranê vegerand navenda Karantînayê ji bo kesên bi Koronavîursê dikevin, her wiha ew kesên di navendê de azad in ku li navenda bajarok bigerin, bi wê re jî jiyana 75 hezar kes di xeteriyê de ye.

​​​​​​​Çima Til Eran...gumanbarên bi Koronavîrusê li ber çavên hikumeta Sûriyê serbest tevdigerin
28 nîsan, 2020   07:08
ŞEHBA-CAFER CAFO-XANDÎ ELO

Hikumeta Sûriyê di vê meha Nîsanê de, malbatên sûrî ku bi gûmana pêketina Koronavîrusê ne veguhastin bajarokê Til Eran û xistin dibistana Şuhedaa El-Eqsa ya li bajarok û veguherand navenda karantînayê. Bi wê re jî TEV-DEM’ê da zanîn ev yek bi hewldana guhartina demografiya bajarok e.

Şêniyên bajarokên Til Eran û Til Hasil diyar kir ku ev pêngav hikumeta Sûriyê li dijî wan bi kar aniye, ji ber gelek navendên karantînayê li Sûriyê hene û divê dûrî herêmên ku tê de şênî hebin be. Her wiha tê zanîn ku dibistana ku hikumeta Sûriyê kiriye karantîna di nava şêniyan de ye û ne amade ye ku bibe karantîna jî.

Şêniyê bi navê Cuma Kalo ji bajarokê Til Eranê ye diyar kir ku ev pêngav li dijberî şêniyan e û wiha got: "Hikumeta Sûriyê gelek malbatên Sûriyê anîn bajarokê Til Eranê bi taybet dibistana Şuhadaa El-Eqsa ya li nava bajarok û vegerand navenda karantînayê. Her wiha tê zanîn ku divê kesên bigûmanên pêketina Koronavîrusê ne dûrî cihên ku tê de şênî hebin bin, lê belê dibistan di naverasta bajarok de ye."

GELO MALBAT BÊYÎ AGAHIYA HIKUMETÊ DIKARIN JI ŞAMÊ BIÇIN HELEBÊ?

Cuma destnîşan kir ku aliyên ku şênî li bajarokê Til Eranê  pêşwazî kir îdîa kir ku ew malbat bi awayekî nefermî (Qaçax) ji Şamê ber bi Helebê ve derketine û wiha got: "Em malbat ji Şamê ber bi bajarê Helebê ve diçin. Em dizanin ku bendên kontrolê yên hikumeta Sûriyê bi awayekî zêde li herêmên di bin serwriya wê de li ser xaka Sûriyê, hene. Çawa ew malbat gihaştin bajarê Helebê bêyî ku hikumeta Sûriyê bi vê yekê zanibe.?"

GUMANBARÊN KORONAVÎRUS SERBEST TEV DIGERIN

Cuma Kalo piştrast kir ku ew malbat di nava bajarok de digerin û pêdiviyên pêwîst dikirin û ev tişt bilêv kir: "Heger kesek ji wan malbatan bi Koronavîrusê be ev yek tê wateya qirkirina şêniyên bajarokên Til Eran û Til Hasilê. Ji ber hikumeta Sûriyê pêdiviyên sereke yên malbatan nade wan. Ji ber wê jî malbat di nava bajaroka Til Eranê de digerin û dikevin nava şêniyan. Heger bi rastî ew malbat bi Koronavîrusê ketibin dê ev yek şêniyên Til Eran û Til Hasilê ku hejmara wan 75 hezar kes e, qir bike."

Cuma bang li aliyên pêwendîdar kir  heger Koronavîrus bi kesekî ji kesên her du bajarokan re derkeve ku tedbîrên pêwîst bigrin da ku vîrus belav nebe û ev tişt anî ziman: "Em bang li aliyên pêwendîdar dikin ku heger vîrus di her du bajaran de derkeve tedbîrên pêwîst bigrin."

Welatiyê bi navê Cuma Kalo got hikumeta Sûriyê ji demên berê de dijminatiya şêniyan dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di salên derbasbûyî de çeteyên DAIŞ`ê bajarokên Til Eran û Til Hasilê dagir kirin û gundê di bin serweriya hikumetê Sûriyê tu tişt nekir. Çeteyan komkujî li dijî şêniyan pêk anî her wiha destdirêjiya hikumeta Sûriyê li ser şêniyan didome. Ambargoya aborî bi rêya ferzkirina baceyan ferz dike û ciwanan dibe leşkeriya bi darê zorê. Ji ber wê jî gelek ciwan derketin derveyî welat."

(fr-bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mpZYiOL1A8Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>