​​​​​​​Mijarên rojnameyên erebî – 28 Nîsan

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Idlibê nivîsîn, her wiha geşedanên li Lîbyayê û Lîbnanê jî di rojevê de bûn.

​​​​​​​Mijarên rojnameyên erebî – 28 Nîsan
28 nîsan, 2020   06:58
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSET: JI BO ARÎŞE KÊM BIBE DI NAVBERA ANQERÊ Û ``TEHRÎR EL-ŞAM`` DE DIYALOG

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê û bi taybet geşedanên li Idlibê nivîsîn, der barê mijarê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Ji bo arîşeya di navbera wan de kêm bibe, Tirkiyê û Heyet Tehrîr El-Şam diyalogê dikin, piştî ku Tirkiyê beriya du rojan bi tundî çalakiya rûniştinê ya li ser rêya navdewletî ya Heleb- Laziqiyê, belav kir. Tirkiyê hewl dide rê veke ku dewriyeyên hevbeş ên Tirkiyê Rûsiyê li ser rê derbas bibin, lê "Tehrîr El-Şam" got ku hewldanên kêmkirina arîşeyê tune ne."

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di navbera her du aliyan de pevçûn û gulebaran çêbû, li nêzî bajarê Nêrebê, di encamê de 3 kes hatin kuştin, her wiha leşkerên Tirkiyê jî birîndar bûn.

Çavkaniyan diyar kir ku duh êvarê hevdîtin pêk hatin da ku arîşe bê çareserkirin. Ev cara pêşî ye ku di navbera Tirkiyê û El-Nusra de pevçûn çêdibe. Armanca hevdîtinan jî ew e ku çalakiya rûniştinê li ser rêya M4 bê betalkirin, lê Tehrîr El-Şam got ku tu hevdîtin di navbera wan û hêzên Tirkiyê de çênebûne.

EL-EREB: HEFTER DAXWAZA GEL A JI BO RÊVEBIRINA KAR Û BARÊ LÎBYAYÊ DIPERJIRÎNE

Der abrê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Fermandarê giştî yê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter ragihand ku ew daxwaza gel a ji bo rêvebirina kar û barê welêt dipejirîne, da ku lihevhatina Sixêratê bê betalkirin, ew lihevhatina ku bûye sedema avakirina meclisa serokatiyê ya bi serokatiya Fayiz El-Sîrac, ji xwe El-Sîrac tê tewanbarkirin ku rê li pêşiya destwerdana derve vekiriye, bi taybet destwerdana Tirkiyê."

Hefter ragihand ku êdî ew li gorî wê lihevhatina siyasî ya ku welat wêran kiriye, tev nagere, her wiha piştrast kir ku ew lihevhatin bi biryara gelê Lîbyayê hatiye betalkirin.

Çavdêr dibêjin ku ev daxuyaniyên Hefter dê hemû rêyan li pêşiya daxwazên rejîma Tirkiyê bigirin, her wiha dê rê li pêşiya hewldana Dewhayê yên piştgiriya komên Îslama siyasî bigire.

EL-BEYAN: JI BER BINKETINA REWŞA ABORÎ LI LIBNANÊ PEVÇÛN

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Bi hezaran welatî li bajarê Trablusê yê bakurê Lubnanê daketin kolanan, piştî ku rewşa aborî li welêt aloz bû, di xwepêşandanan de di navbera gel û hêzên ewlehiyê de pevçûn çêbûn, tevî hemû hewldanên qedexeya derketina derve ya ji bo pêşîlêgirtina vîrosa Koronayê ya nû."

Gelek jin, mêr û zarok tev li xwepêşandên bûn, li kolanan geriyan û durişmeyên "şoerş, şoreş" qîriyan. Xwepêşandêran hewl da xwe bigihînin mala endamekê perlemanê, lê artêşê rê neda, di encamê de pevçûn çêbû.

Li qada Elnûr jî  xwepêşandêran kevir avêtin leşkerên artêşê, wan jî gule bi asîmanan de berdan.

Ajansa nîştimanê ya ragihandinê, diyar kir ku xwepêşandêran camên Banka Itîmat şikandin.

Artêşa Lubnanê ragihand ku hinek şaxên bankan hatine şikandin, şûşeyên molotofê avêtine maşîneke leşkerî, her wiha bombeyeke destan avêtine dewriyeyekê û du leşker bi sivikî birîndar bûne.

Artêşaê di daxuyaniya xwe de bang li xwepêşandêrên aştiyane kir ku zû ji kolanan derkevin û qadan vala bikin.

Xaça Sor jî ragihand ku wan sê kes rakirine nexweşxaneyê, di do jî li cihê bûyerê hatine dermankirin.