​​​​​​​Êla El-Emriyîn: Tirkiyê têkbirina tevna civakî ya herêmê armanc dike

Rûspiyê êla El-Emriyîn derbarê revandina rûspiyekî li Girê Spî de got: "Ev binpêkirin wê baweriya wan a pêkanîna aştiya navxweyî asteng neke."

​​​​​​​Êla El-Emriyîn: Tirkiyê têkbirina tevna civakî ya herêmê armanc dike
27 nîsan, 2020   04:35
QAMIŞLO-ŞIHAB EL-EHMED

Artêşa Tirk a dagirker li dijî şêniyên herêmên ku dagirkirê  bê navber sucên mirovî dike. Leşkerên artêşa Tirk a dagirker di 22`yê Nîsanê de rûspiyê êlên Ereb ên Girê Spî Şêx Enêzan El-Şêx Ehmed ji mala wî ya li gundê Mişerfe El-Şêx Ehmed ê 7 km dikeve rojhilatê bajarê Girê Spî revandin û birin cihekî ne diyar.

Ji rûspiyê êla El-Emriyîn li  navçeya Til Hemîsê, şêx Mihemed El-Xilêwî bi navê tevahiya rûspiyên navçeyê kiryarên sûcdar ên artêşa Tirk a dagirker li dijî şênî û rûspiyên êlan ji kuştin û revandin şermezar kirin û destnîşan kir ku Şêx Enêzen El-Şêx Ehmed rolek pêşeng di çareserkirina pirsgirêkên herêmê û pêkanîna aştiya navxweyî  de lîst.

El-Xilêwî diyar kir ku baş dizanin bê armanca artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji revandina rûspiyek êlên Girê Spî çi ye û wiha domand: " Dagirkerî armanc dike tevna civakî ya herêmê têk bibe. Ev sûc wê israr, vîn û baweriya me bi rêgezên me asteng neke. Em ê têkoşîna xwe ya parastina her bostek ji axa Sûriyê bidomînin çi li Serêkaniyê yan jî Efrîn yan jî Girê Spî be. Ev binpêkirin wê erkên me yên bingehîn di pêkanîna aştiya navxweyî de asteng neke."

El-Xilêwî diyar kir ku rêxistinên mirovî berpirsên bûyerên ku bi serê Şêx Enêzen hatiye ne. Her wiha destnîşan kir ku ê ku êrişî Şêx Enêzen kiriye weke ku êrişî tevahiya rûspiyan kiriye.

El-Xilwê di dawiyê de bang li civaka navneteweyî kir ku binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî rûspiypên êlan û kesayetên welatparêz rawestînin û got: "Divê ev sûc bê rawestandin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Y1rPxQdlXlo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>