‘ Rêveberiya Xweser bi tedbîrên di wextê xwe de rê li ber Koronayê girt‘

Rojnamevanan gotin, Rêveberiya Xweser bi tedbîrên di wextê xwe de rê li ber Koronayê girt. Her wiha destnîşan kirin ku ji bo ev rewş baş bi raya giştî re were parvekirin pêwîst e hevkarî bi ragihandinê re hebe.

‘ Rêveberiya Xweser bi tedbîrên di wextê xwe de rê li ber Koronayê girt‘
‘ Rêveberiya Xweser bi tedbîrên di wextê xwe de rê li ber Koronayê girt‘
‘ Rêveberiya Xweser bi tedbîrên di wextê xwe de rê li ber Koronayê girt‘
‘ Rêveberiya Xweser bi tedbîrên di wextê xwe de rê li ber Koronayê girt‘
‘ Rêveberiya Xweser bi tedbîrên di wextê xwe de rê li ber Koronayê girt‘
‘ Rêveberiya Xweser bi tedbîrên di wextê xwe de rê li ber Koronayê girt‘
‘ Rêveberiya Xweser bi tedbîrên di wextê xwe de rê li ber Koronayê girt‘
‘ Rêveberiya Xweser bi tedbîrên di wextê xwe de rê li ber Koronayê girt‘
27 nîsan, 2020   04:20
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîlêgirtina derketina koronavîrusê li herêmê ji 11`ê Adarê ve dest bi girtina tedbîrên hişyariyê kirin. Tedbîrên hatine girtin ji hêla zêdetirî 100 saziyên çapemeniyên herêmî û cîhanî ve têne şopandin. Saziyên ragihandinê rolek mezin wek peywendiyek di navbera welatiyan, Rêveberiya Xweser û cîhanê de lîst. Di vî warî de hejmarek rojnamevanan rewşa herêmê vegotin.

Ji 11`ê Adarê ve Rêveberiya Xweser deriyên sînor, dibistan, peymangeh û zanîngeh girtin û di 23`yê Adarê de qedexeya derketina derve li herêmê ferz kir.

Rêveberiya Xweser bi derfetên heyî bi rêya şaredariyên bajar û bajarokan dest bi hemleyên paqijkirin û dezenfektekirina tevahî sûk, sazî, navend û kolanên sereke kirin. Li rex wê jî nuqteyên tenduristiyê ava kirin.

‘GIRTINA SÎNORAN NEHIŞT KESÊN NEXWEŞ DERBASÎ HERÊMÊ BIBIN‘

Mudirê Buroya kanala Kurdistan24 a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ekrem Salih ê ku rewşa herêmê li gel tedbîrên Rêveberiya Xweser li dijî derketina Koronavîrusê girtine, şopandiniye ji ANHA‘yê re axivî û got: "Biryara girtina deriyên sînor gelek girîng e. Da ku rê li pêşiya derbasbûna nexweşan ji herêmê re were girtin. Rexmî ku tevahiya biryarên hatine girtin , lê tunebûna koordîneyê di navbera Rêveberiya Xweser û Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê(WHO) û saziyên tenduristiyê yên rejîma Sûriyê de, bi awayekî neyînî bandor li herêmê kir."

Rêveberiya Xweser li gel girtina tevahiya sûkên sereke li herêmê ji bilî dikanên madeyên xwarinê, sebze, goşt û firnan, saziyên xizmetguzarî û tenduristî mîna şaredarî, av, kehrebe, nexweşxane û dermanxane, tevgera çûyîn û hatinê di navbera bajaran de qedexe kir.

‘DIVÊ BINPÊKIRINÊN BIRYARAN WERIN SÎNORDARKIRIN‘

Salih di nav gotinên xwe de diyar kir ku divê Rêveberiya Xweser bi awayekî ji vê zêdetirî, binpêkirinên ku di dema qedexeyê de derdikevin sînordar bikin, ji ber ku mijar girêdayî tenduristiya tevahiya welatiyan e, biryarên qedexeyê bi taybet li taxan werin asêkirin.

Ji bo bicihanîna biryara qedexeya derve û kêmkirina asta binpêkirina biryarê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 60 hezar endamên xwe erekdar kirin.  Li gorî hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî Heco rêjeya bicihanîna qedexeyê baş bi rêjeya ji sedî 80 ye.

Salih girêdayî wê yekê wiha domand: "Divê rêveberiy budçeyek ji nexweşxaneyên taybet û nuqteyên tenduristiyê yên girêdayî xwe re veqetîne da ku ger nexweşî li herêmê derket, amade bin."

Ekrem Salih destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser di tevahiya biryaran de  divê şertûmercên jiyanî yên welatiyan di ber çavan re derbas bike û wiha pêde çû: "Ji ber ku çînek mezin ji malbatên xizan li herêmê hene. Divê rêveberiyê destekê bide wan. Biryara belavkirina pakêtên xwarin li malbatan baş e. Lê ger qedexeya derketina derve ya ku ferz kiriye, berdewam bike dîsa divê biryarên ji wê baştir bigire. "

Beriya derketina haleta yekemîn a Koronavîrusê li Sûriyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên hişyariyê asê kirin. Rêveberiyê di biryara  hejmar 28 ku di 19`ê Adarê de dabû, çûn û hatina ji bo tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexe kir.

‘QEDEXEYA DERKETINA DERVE DI DEMA XWE DE HAT‘

Rojnamevana kanal El-Aan Ronak Şêxî ya ku rewşa herêmên Rêveberiya Xweser dişopîne destnîşan kir ku qedexeya derketina derve di demek guncew de hat û biryarek erênî ye da ku herêmê ji xeteriya derketina Koronavîrusê biparêze û got: "Em dizanin ku tevahiya lêkolînan îşaret pê dikin ku baştirîn şêweya rêgirtina li pêşiya derketina vîrusê mayîna li mal e. Lewra ev biryar gavek erênî ye. Lê heger dirêj bike dê bandoriyê li malbatên ku debara xwe li ser karê rojane peyda dike, bike. "

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 29`ê Adarê de biryara 30 da, li gorî biryarê dê alîkariyên xwarinê li malbatên xizan û hewcedar belav kir.

‘DIVÊ MEKANÎZMEYA BELAVKIRINA ALÎKARIYAN LI HEWCEDARAN BÊ ÇAVDÊRKIRIN‘

Ronak Şêxê destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser gelek însiyatîfên baş bi pêş xistin, ji wan belavkirina pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar.  Ronak wiha domand: "Lê mekanîzmeya belavkirinê li hinek herêman ne adil bû. Lewra divê ev mekanîzmeya bi çavdêriya aliyên têkildar were meşandin. Da ku hinek li ser hesabên kesên din sûdê negirin.

Ronahî di dawiyê de got qedexeya derketina derve girîng e lê bi awayekî beşî be wê baştir be. Da ku çîna ku debara xwe rojane peyda dikin biçin karên xwe û debara malbatên xwe peyda bikin.

Di demekê de ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) erka xwe li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê paşguh xistiye, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi derfetên xweser têkoşîne li dijî pandemiya vîrusê dike. Nemze ku di 9 salên alozî û şer de qada tenduristiyê li gelemperiya Sûriyê, bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek ziyan dît.

Rêveberiyê zêdetirî 13 navenêdn karantînayê ava kirin, tîmên tenduristiyê li deriyên têketin û derketina bajarên sereke bi cih kirin da ku bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re kar bikin.

Rêveberiya bi hevkariya bi navendên lêkolînan ên Siwêdî re testa "KIT" vedît. Bi Heyva Sor a Kurd re heta vê kêliyê nuqteyên tenduristiyê amade dike, amûrên pêwîst û kadroya tenduristiyê jê re peyda dike.

Têkildarî têkoşîna li dijî Koronavîrusê  li herêmên di warê tenduristiyê de rojnamevanê kanal El-Hura ya Amerîkayê Hîbar Osman got ku ji ber şertên şer warê tenduristiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek zaîf e.

Osman wiha domand: "Mînak li tevahiya herêmê tenê 28 amûrên vejandinê yên tenduristiyê hene. Lo gorî şopandina me di nexweşxaneyan de 540 text hene. 300 di 10 nexweşxanyê taybet de û 200 di nexweşxaneya Watanî de û 30 di nexweşxaneya dil û çav a li Qamişlo de ne."

Osman destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser bi tenê nikare li hemberê vê pandemiyê liber xwe bide, ji ber ku WHO û rêxistinên navneteweyî yên din pê re ne hevkar û got: "Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe yên xweser û basît tedbîrên pêwîst girtine, hewl dide vê pêvajoyê derbas bike. Rêveberiyê navendên karantînayê amade kirin, tîmên xwe li deriyên têketin û derketina bajarên serke bi cih kirin da ku kesên derbasî herêmê dibin test bike. Nexweşxanya Covid 19 amade kir û tê de karmendan fêrî têkoşîna li dijî vîrusê dike. Lê dîsa jî ev derfetên wê nizm dimînin. "

Heyva Sor a Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Destekya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser nexweşxaneya Covid 19 di 19`ê Nîsanê de li bajarê Hesekê vekir.

‘HETA NIHA RÊVEBERIYA XWESER NEHIŞT KU VIRUS LI HERÊMÊ DERKEVE‘

Osman hinek nuqteyên ku divê Rêveberiya Xweser bi lez li ser bisekine destnîşan kirin û got: "Heta niha rêveberiyê di parastina herêmê de ji pandemiyê biser ketiye. Lê divê hejmara maûrên pêşketî mîna PCR zêde bike û pişta xwe neda dewletên rojavayî û rêxistinên navneteweyî û pişta xwe bide xwe. Ji ber ku ew rêxistin bi rewşa li welatê xwe mijul in."

‘DIVÊ ÇAVDÊRIYA KESÊN JI HERÊMÊN SÛRIYÊ TÊN, ZÊDE BIKE‘

Osman di berdewama gotinên xwe de got: "Divê rêveberî çavdêriya tenduristî li ser kesên ji herêmên din ên Sûriyê tên bi taybet bi rêya balafirgeha Şamê û kesên ji derve tên, zêde bike. Şertûmercên karantînayan pêş bixe û asta zanabûnê zêde bike.

‘DIVÊ HIKUMETA SÛRIYÊ Û WHO BI CIDÎ BI TÎMÊN TENDURISTIYÊ YÊN HERÊMÊ RE BIDE Û BISTÎNE‘

Osman bal kişand ser ku ji bo parastina herêmê bi awayekî bêtir divê hikumeta Sûriyê bi awayekî cidî bi tîmên tenduristiyê yên Rêveberiya Xweser re hevkar be û di nav koordîneyê de be. Divê WHO bi awayekî cidî agahiyan bi rêveberiyê re parve bike.

Îro li herêmên BAkur û Rojhilatê Sûriyê êdî ragihand bûyer wesîleyek tekane ya peywendiya di navbera welatiyan û kolanên ku ji ber qedexeyê û tedbîrên Rêveberiya Xweser vala bûne de ye.

Rêveberiya Xweser destûr da ku dazgehên çapemeniyê di dema qedexeyê de kar bikin, ev dazgeh bi tevahiya warên xwe yên dîtbarî, guhdarî û nivîskî rolek girîng di parvekirina agahiyên nû bi erênî û neyîna xwe de ji şêniyan re lîstin.

‘ZÊDETIRÎ 100 DAZGEHÊN RAGIHANDINÊ LI HERÊMÊ DIXEBITIN‘

Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bingîn Seydo diyar kir ku zêdetirî 100 dazgehên ragihandinê li herêmê hene. ev dazgeh ronahî berdan ser biryar û tedbîrên ku li herêmê têne girtin.

Seydo axafina xwe wiha domand: " Di warê ragihandinê de aliyên neyînî di hinek saziyan de derketin. Ji ber ku ew nikarîn agahiya têxwestin ji aliyên fermî bidest bixin. Dezgehên ragihandinê bi rêya bernameyên xwe girîngî nedan hişyarkirina şêniyan. Hinek rojnamevan derfetên ku jê re hatine dayîn ji bo tiştên kesayetî dûr navaroka ku li ser wê jê re hêsan hatin pêşkêşkirin bikar anîn."

Seydo wiha domand: "Me hewl da û heta niha hewl didin têkiliyan di navbera Rêveberiya Xweser û rojnamevanan de çêbikin da ku karê rojnamevanan li herêmê hêsan bikin, asta hişyariyê zêde bikin û xeteriya li pêşberî herêmê bişopînin. Lê heta niha saziyên ragihandinê nikarîn asta xeteriya mezin a li pêşberî herêmê bighînin rêxistinên tenduristiyê yên navdewletî û raya giştî ya cîhanê."

‘DIVÊ RAGIHANDIN LI HEMBER ZANAKIRINA GEL BERPIRSYARIYÊ XWE BÎNIN CIH‘

Seydo bang li tevahiya  saziyên  ragihandinê kir ku berpirsyariyên xwe ji bo hişyarkirina gel, xuyakirina xeteiyên mezin li ser herêmê ji raya giştî re bînin cih.

Her wiha Seydo bang li Rêveberiya Xweser kir ku biryarên xwe ji saziyên ragihandinê re şîrove bike û berdevkek fermî bi navê saziyan diyar bike da ku têgihiştina ragihandinê hêsan bike. Mijarên nayên fêmkirin şîrove bike mîna "Kit" amûra keşfkirina koronvîrusê .

(şx)

ANHA