​​​​​​​Cotkarên li Minbicê ruxsetan werdigirin

Saziya Çandiniyê ya Minbicê ruxsetan dide cotkarên sebzeyên havînê diçînin û darên berhemdar.

​​​​​​​Cotkarên li Minbicê ruxsetan werdigirin
26 nîsan, 2020   05:46
MINBIC

Saziya Çandiniyê ya Minbicê ji 15‘ê Nîsanê ve di rêya komîteyên çandiniyê re ruxsetan didin cotkaran. Komîteya ku ji endamên Saziya Çandiniyê, Buroya Sotmeniyê û komîteya Çandiniyê ya texên gundewrên Minbicê pêk tê, erdên cotkaran keşf dikin piştre ruxsetan dide cotkaran.

Ruxst ji bo amadekariyên pêşkêşkirina pêwîstiyên mazot û semadê (Urea û superphosphate) têne dayîn.

Saziya Çandiniyê ji bo her hektareke sebzeyên havînê  mehane 400 lître mazot diyar kiriye û 50 lître mehane ji bo darên berhemdar diyar kiriye.

Saziyê heta niha 300 hezar lître mazot, her lîtreyek bi 75 lîreyên Sûrî belav kire, belavkirina mazot û dayîna ruxsetan hîna berdewam e.

Her wiha saziyê  her turbeyek semada urea û superphosphate bi 22 hezar lîreyên Sûrî dide.

Endamê rêveber ê Saziya Çandiniyê Xalid Oso ji ANHA‘yê re axivî û got: “Wergirtina ruxsetan  baş e. Lê hîna rûbera giştî ya çandiniyê diyar nebûye. Ji ber xebatên dana ruxistan hîna di destpêkê de ye.”

Oso anî ziman ku par rûbera zeviyên avî û yên zebzeyên havînî li Minbicê 3 hezar hetkar bû.

Xalid Oso destnîşan kir ku îsal tu karesatên xwezayî li herêmê çênebûne, berhem baş e, cotkar dest bi berhevkirina hin cûre sebzeyan kiriye û derxistine bazarên bajêr.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2-UCwXJYBAY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>