ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-4-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-4-2020`AN
23 nîsan, 2020   04:00

-Şopandina bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Hunermendan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kirin ku li gel belavbûna Koronavîrusê di girtîgehên Tirkiyê de pêwîste rêxistinên navneteweyî zextê li Tirkiyê bikin ji bo ku rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Osalan bê zanîn. Her wiha tevahiya girtiyên siyasî û muxalif.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Koçberên kampa Waşûkanî ya kantona Hesekê tedbîrên hişyariyê li dijî Koronavîrusê digirin, lê kêmbûna xebatên tenduristî û xwarin li gel ku rêxistinên mirovî rola xwe nalîzin, metirsiyên wan zêde dibin. Koçberan banga pêşkêşkirina alîkariyan kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hêvîn Ismaîl diyar kir ku di rewşa pandemiya koronavîrusê de êrişên li ser başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tecrîda li ser rêber Ocalan nîşaneya komployeke nû li ser gelan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

-Ragihandina azad a ku di salên 90’î de bi awayek ber biçav li pêşket, bi tekoşina Tevgera  Azadiyê re bi awayekî hemwext rexmî hemû êrîş, bombekirin, kuştin û zextên ku hatin meşandin jî bê bêhnvedan têkoşiya. Hê jî vê tekoşînê berdewam dike. Bi saya kevneşopiya ragihandina azad îro ji 50 zêdetir rojnameyên heftane û rojane, bi dehan televizyon, kanalên radyoyan û ajans weşanê dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Xerîb Hiso bang li hêz û partiyên kurdî kir ku li dijî planên dewleta Tirk helwestekê nîşan bidin her wiha hişyariya şerê navxweyî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

"Jin bi hemû energiya xwe hewl da ragihandina Kurd ber bi pêvajoyeke pêşketîtir ve bibe û di oxira ragihandina heqîqetê canê xwe da." (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Navenda tenduristiyê ya bajarokê Til Bêder xebatên tenduristî ji 39 gundan re -pêşkêş dike. lê pêwîstiya navendê bi ambulans û zêdekirina hejmara kadroyê heye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Desteya Çandinî ya kantona Şehbayê rûberên berfireh bi sebzeyên havînê mîna bacanasor, bacanareş, îsot, pîvaz û petat dişîne. Da ku li şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin belav bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Kobanê tedbîrên kesayetî ji bo ku xwe ji Koronavîrusê biparêzin digirin. Hinek din jî bi xemsarî nêzî mijarê dibin. Ev jî rê li pêşiya derketina vîrusê li herêmê vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA