​​​​​​​Rêveberiya Şengalê: Dagirkirina Şengal û Qendîlê, ewlehiyê ji PDK`ê re peyda nake

Hevseroka Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Hico topbarana Tirkiyê li dijî Wargeha Mexmûr şermezar kir û bang li PDK`ê kir ku tev li planên Tirkiyê yên ku jê armanc dike hebûna kurd qir bike, nebe.

​​​​​​​Rêveberiya Şengalê: Dagirkirina Şengal û Qendîlê, ewlehiyê ji PDK`ê re peyda nake
20 nîsan, 2020   05:04
NAVENDA NÛÇEYAN-SÎPAN SILO

Hevseroka Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Hico di derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên başûrê Kurdistanê de ji ANHA’yê re axivî. Rîham behsa êrşîn balafirên Tirkiyê li dijî wargeha Mexmûrê (Şehîd Rustem Cûdî) û beşdarbûna “Partiya Demokratîk a Kurdistanê” di planên Tirkiyê de  ku qirkirina vîna Kurd armanc, kir.

Rîham di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Her kes, wargeha Mexmûrê, xelkê wê û dîroka wê nas dikin. Ew kesên ku ji hovîtî û sûcên dewleta Tirk revîne, li wir dimînin. Wargeh ji cihek asê veguherandin warê jiyanê. Ji ber ku zulm û koletî qebûl nekirin û serî ji planên dijminan re netewandin. Her tim jî rastî hedefgirtin û kuştinê tên. Ew xwedî vîn û fikrek azad in."

Li gorî agahiyên ji wargeha Mexmûrê hatine bidestxistin, “Partiya Demokratîk a Kurdistanê”, hêzên xwe (Pêşmergeyên Roj) anîne herêma Zînî Wertê û cabilxaneya wan zêde dike. Li gel firîna balafirên şer û keşfê yên artêşa Tirk a dagirker.

Têkildarî wê hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK`ê, got tu nîşaneyên bicihkirina PDK`ê hêzên xwe li herêma Zînî Wertê ji bilî amadekirina êrişek li dijî Qendîlê tune ye. Hevserokatiyê got PDK xizmeta planên dewleta Tirk dike, ku hewl dide şer di navbera PKK û PDK`ê de derbixe.

TIRKIYE HEWL DIDE QENDÎLÊ DAGIR BIKE Û BI RÊYA PDK`Ê PLANÊN XWE PÊK TÎNE

Rîham got: "Dewleta Tirk ji salan ve hewl dide Qendîlê dagir bike, lê nikarî. Lewra hewl dide şerek kurd-kurd biafrîne û ji bo wê PDK`ê bi kar tîne. PDK ji Tirkiyê re rê vedike.”

Rîhan wiha domand: "Sedem çi dibe bila bibe, lê divê PDK wisa neke. Ji ber ku ji bo Kurdan şerme. Nakokiyê di kolana Kurdî de diafrîne û xizmeta yektiya Kurd û bangawaziyên gel ên yekitiyê nake. Tirkiye hewl dide wan bangawaziyan hemû û însiyatîfan binpê bike, ji bo vê PDK’ê bi kar tîne."

Têkildarî hedefgirtina Tirkiyê ya Tevgera Rizgariya Kurdistanê û pêkanîn planên xwe yên dagirkirinê, Rîham wiha got: “Tirkiye dizane ku bi rêya hedefgirtina tevgerê û zaîfxistina hêza wê, wê tu hêz li pêşiya planên wê yên dagirkirina Kurdistanê nemîne.”

‘ “PÊŞMERGEYÊN ROJ” DI DESTÊ TIRKIYÊ DE MÎNA PÊLÎSTOKEKÎ NE Û LI ŞENGALÊ JÎ BIKAR TÎNE’

Li gorî agahiyan, PDK li gel êrişên Tirkiyê yên domdar, hêzên “Pêşmergeyên  Roj” şandin du cihên li bakurê Hewlêrê li nêzî herêma nakok.

Rîham girêdayî vê mijarê ev tişt destnîşan kir: " “Pêşmergeyên Roj” bi xwe ciwanên Rojava ne. Dema çirûska şoreşê li wir destpê kir, axa xwe neparastin û berê xwe dan başûrê Kurdistanê û erka xwe neanîn cih. Îdia kirin ku xwe perwerde dikin û amadekariyên parastina Rojava dikin. Lewra divê tev li têkoşîna li Rojava bin, ne ku berê xwe bidin başûr û li rex dijminên Kurdan li dijî hêzên Kurd ên têkoşer bisekinin."

Rîham wiha dirêjî da gotinên xwe: "PDK û Tirkiyê “Pêşmergeyên Roj” ava kirin. Da ku li hember mafên gelê Kurd li Rojava bikin asteng. Di planên xwe de li Koçkerê bikar anîn û li her derê ku Tirkiyê hewl dide bigihêje wir bikar anîn. Ji ber ku ew ji bo pere hatine avakirin. Beriya Qendîlê hewl da vîna Êzidiyan bi rêya van hêzan bişkînin, bi taybet li Xane Sorê. Ev  di 2017`an de û ji bo pêkanîna berjewendiyên Tirkiyê şerek afirandin. MÎT a Tirk “Pêşmergeyên Roj” wek pêlîstokekî xwe ji re bikar tînin. Tirkiye wan birêve dibe. Çawa Tirkiyê li Sûriyê kom bi çek kirin da ku li dijî gelê Sûriyê bikar bîne û siyasetên xwe pêk bîne, li Başûr jî  bi çek kirin da ku li dijî gelê Kurd bikar bîne. Divê “Pêşmergeyên Roj” tev li şerên li dijî hêzên Kurd nebe. Berovajî wê li dijî dijminên Kurdan tê bikoşe."

‘TIRKIYE HEWL DIDE KURDAN JI KOKÊ VE QIR BIKE’

Tirkiye li her derê gelê Kurd dike hedef. Di hewldanekê de ji bo destkeftiyên gelê Kurd têk bibe. Ji ber wê zêdetirî carekê Şengal rastî topbarana Tirkiyê hat.

Di vî warî de hevseroka Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Hico got: "Di dirêjahiya dîrokê de Êzidî rastî 74 fermanan hatin. Hedefgirtina Şengalê jî dirêjahiya ferman û komkujiyên Osmanî ne. Erdogan bi rêya qirkirina gelê Kurd hewl dide dewletek Osmanî nû ava bike. Erdogan hebûna şervanên PKK`ê li Şengalê dike hincet. Di fermanên berê de PKK tune bû. Lê komkujî ranewestîn. Ew diwaze Êzidiyan ji kokê ve qir bike, ji ax, erdnîgarî, çand û pîroziyên wan ên manewî dûr bixe. lê girêdana bi axê û pîrozahiyan, planên Tirkiyê têk dibe."

‘DAGIRKIRINA QENDÎL Û MEXMÛRÊ PDK`Ê XILAS NAKE’

Rîham di dawiyê de bang li desthilatên PDK`ê kir ku dev ji hevkariya xwe bi dijminên gelên Kurd re berde û got: "Divê PDK bizanibe ku dagirkirina Qendîl û Şengalê wê ji dagirkirin û planên dijiminên Kurdan xilas nake. Divê li hember hêzên Kurd ên têkoşer ên ku banga mafên gelê Kurd dikin nesekinin."

(şx)

ANHA