‘Dewleta Tirk rewşên cîhanê li dijî Kurdan bi kar tîne’

Komîteya Amedekar a Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd a Sêyemîn bang li civaka navneteweyî û hikumeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê kir ku li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker bi berpirsyariya xwe rabin. Komîteyê got dewketa Tirk rewşên cîhanê ji bo xizmeta projeya xwe ya li dijî hebûna Kurdan bi kar tîne.

‘Dewleta Tirk rewşên cîhanê li dijî Kurdan bi kar tîne’
17 nîsan, 2020   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteyê bi daxuyaniyekê êrişên artêşa Tirk ên li dijî Wargeha Penaberan a  Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) şermezar kirin ku di encamê de 3 jin şehîd bûn.

Daxuyaniya Komîteya Amadekar a Konferansa Jinên Kurd wiha ye:

"Tevî rewşa giran a ji ber belavbûna pandemiya Koronavîrusê ku cîhan tê re derbas dibe û xetereya vê vîrusê li ser tevahî mirovahiyê, tevî têkoşîna cîhanî ya li dijî vîrusê, her wiha tevî banga sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres a agirbestê, dewleta faşîst hîn jî êrişên xwe berdewam dike û isbata vê yekê jî êrişên li dijî Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ne ku bi balafiran êrişî wargehê kir û di encamê de 3 jin şehîd bûn. Cîhan tev dizane wargeh dorpêçkirî ye û di demeke wiha de ku Koronavîrus li Herêma Kurdistanê û Iraqê berbelav e, îmkanên tenduristiyê jî pir kêm in.

Em bang li civaka navneteweyî û hikumeta Iraqê, her wiha hikumeta Herêma Kurdistanê dikin ku li hemberî êrişên artêşa Tirk bi berpirsyariya xwe rabin, ji ber dewleta Tirk rewşa cîhanê û navneteweyî kesybaz dike û êrişî hebûna gelê Kurd dike.

Her wiha em bang li hikumeta herêma Kurdistanê dikin ku bi erka xwe ya mirovî rabe û li dijî êrişên kampa Mexmûrê bi yek helwest bin, bila kamp ji dorpêçê derkeve da ku gel li hemberî şewba vîrusê li ber xwe bide û li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk bisekine û rêzê ji serweriya xaka Iraqê û başûrê Kurdistanê re bigire."

(eh)

ANHA