Li Filistînê 19 kesên din bi Koronavîrusê ketin

Li gorî daneyên nû 19 kesên din li hejmara kesên li Filistînê bi Koronavîrusê ketine zêde bû û hejmara giştî ya nexweşan bû 287.

Li Filistînê 19 kesên din bi Koronavîrusê ketin
12 nîsan, 2020   13:05
XEZA

Danê nîvro hikumeta Filistînê ragihand ku li bajarokê Silwan ê bajarê Qudsê 19 kesên din bi Koronavîrusê (Covid-19) ketine.

Hikumetê bi daxuyaniyekê parve kir ku li Filistînê 287 kes bi vîrusê ketine, ji wan 2 kes mirine û zêdetirî 40 kes jî baş bûne.

Hikumeta Filistînê Îsraîl tawanbar kir ku di demeke wiha de ku Koronavîrus berbelav e lê alîkariya Qudsê nake û têkiliyên bi şêniyên bajarê Qudsê re red dike.

Di raporên tenduristiyê yên Filistînê de hat diyarkirin ku muhteml e hejmara kesên li Qudsê bi Koronavîrusê ketibin, bilind be, ji ber ku agahiyên fermî tune ne.

Li aliyekî din di raporan de hate destnîşankirin ku Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê ji kesên filistînî yên li Qudsê re testên pişkinîna vîrusê çênake û xetereya rastî wan tê cidî nagire.

(eh)

ANHA