Ji bo parastina  tenduristiya şervanan tîmeke tenduristiyê serdana eniyên Eyn Îsayê kir

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên domdar li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şervanên li eniyan nikarin nuqteyên xwe berdin. Tîmên tenuristiyê serdana şervanên li eniyan dikin û xizmetên tenduristiyê pêşkêşî wan dikin.

Ji bo parastina  tenduristiya şervanan tîmeke tenduristiyê serdana eniyên Eyn Îsayê kir
9 nîsan, 2020   10:47
EYN ÎSA

Îro li navçeya Eyn Îsayê, tîmeke tendurisityê ku ji kesên destwerdana lezgîn dikin, bijîşk û hemşîreyan pêk tê serdana eniyên şer kir da ku xizmetên tenduristiyê bide şervanan.

Tîma tenudristiyê ji bo parastina tenduristiya şervanan nexasim di dema belavbûna Koronavîrusê li cîhanê û herêmên derdorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, testên tenduristiyê ji hemû şervanan re çêkir û perspektîfên der barê çawaniya xweparastina ji vîrusê de da.

Tîma tenduristiyê îşaret bi girîngiya parastina paqijiya giştî û ya şexsî, şûştina destan bi av û sabonê, li xwekirina lepikan kir û diyar kir ku heta dest neyên şûştin divê destê xwe nedin rûyê xwe.

Her wiha lepik û maskên tenduristiyê li şervanan belav kirin.

Dr. Ehmed Fadil wiha daxuyand: "Piştî belavbûna Koronavîursê li cîhanê û tedbîrên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê li herêmê girtine, em li ser eniyên pêşîn ên şer gerîn û me perspektîfên der barê çawaniya xweparastina ji vîrusê de, dan şervanan."

Fadil diyar kir ku ji bo rewşên awarte û destwerdana lezgîn, di navbera fermandariyên leşkerî yên eniyên şer û tîmên tenduristiyê de hevkarî heye.

Fermandariya hêzên leşkerî li eniya Eyn Îsayê jî da zanîn ku piştî belavbûna Koronavîrusê li cîhanê û pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê li herêmê, gelek tedbîrên wekî veqetandina hêzên leşkerî ji hev, qedexeya tevgera komî û çavdêriya domdar a tîmên tenduristiyê yên girêdayî hêzên leşkerî li ser tenduristiya şervanan, girtine.

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike. Tirkiye bi vê yekê biryar û bangewaziyên Neteweyên Yekbûyî binpê dike, bi taybetî biryara NY`yê ku di 23`yê Adarê de piştî belavbûna Koronavîrusê derketiye û piştrast dike ku hemû operasyonên leşkerî bên rawestandin û tenê xebatên têkoşîna li dijî Koronavîrusê pêk bên.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 24`ê Adarê de ragihand ku ew pabendî bangewaziyên Neteweyên Yekbûyî dibe û agirbestê bi temamî li herêmê radigihîne û dê tenê mafên xwe yên parastina rewa bi kar bîne.

cx

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OhLEe8YYLa4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>