Li Babê mayinek bi wesayîta çeteyekî ve teqiya

Hate ragihandin ku li bajarê Babê mayinek ku di wesayîta çeteyekî "Furqet Sultan Murad" de hatibû bicihkirin, teqiya. Di encamê de çete bi giranî birîndar bû û lingekî wî jêbû.

Li Babê mayinek bi wesayîta çeteyekî ve teqiya
8 nîsan, 2020   20:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî ji hundirîn bajarê Babê ya dagirkirî diyar kirin ku li herêma Fatima Zehra mayinek  ku di wesayîta çeteyê bi navê "Ebû Fesyel" de hatibû bicihkirin teqiya. Di encamê de çete Ebû Feysel bi giranî birîndar bû û lingî wî jî jêbû.

Li gorî agahiyan, çete Ebû Feysel birayê çete Ebû Welîd El-Îza ye ku fermandarê koma "Sultan Murad" e.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ylnV8kmLQ94" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>