​​​​​​​Alavên testa Koronavîrusê li Xezayê kêm in û hejmar li Filistîn û Îsraîlê zêdetir dibe

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê 7 rewşên nû yên Koronavîrusê li Difa El-Xerbiyê û bajarokên girêdayî bajarên Qudis û Xezayê, tespît kirine. Bi vê yekê hejmara giştî ya nexweşan li Filistînê dibe 260 kes. Her wiha li Îsraîlê zêdetirî 9 hezar kes bi vîrusê ketine û 60 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

​​​​​​​Alavên testa Koronavîrusê li Xezayê kêm in û hejmar li Filistîn û Îsraîlê zêdetir dibe
7 nîsan, 2020   11:06
XEZA

Wezareta Tenduristiya ya Filistînê ragihand ku 7 rewşên nû yên Koronavîrusê tespît kirine, ku yek li Xezayê ye û 6 jî li Difa El-Xerbiyê û Qudisê ne.

Wezaretê di daxuyaniya xwe ya rojane de, wiha daxuyand: "Bi rewşên nû yên vîrusê re, hejmara giştî ya nexweşan li Fillistînê dibe 260 kes."

Wezaretê her wiha hişyarî der barê zêdebûna herêmên ku lê vîrusê belav bûye li Difa El-Xerbiyê de da, ku xuya ye di demên pêş de wê hejmara nexewşan zêde bibe.

Duh Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezayê ji ber kêmbûna alavên testa Koronavîursê û alavên tenduristiyê li Xezayê, bang li cîhanê kiribû.

Di heman der barê de, Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê 474 rewşên nû yên Koronavîrusê ragihand. Bi vê yekê li Îsraîlê bi giştî 9 hezar û 6 kes bi vîrusê ketine û 60 kesan jî jiyana xwe ji dest daye, ku 8 welatiyên Îsraîlê di 24 saetên dawî de miribûn.

Wezaretê got: "Di nava nexweşan de, rewşa 153 kesan xeter e û ya 197 kesan navîn e. Her wiha 109 kes nefesa xwe bi cîhazên nefesê yên sinaî dikşînin."

Her wiha destnîşan kir ku herêm û taxên Arsozoksên olperest lê dimînin, bûne navenda belavbûna vîrusa Koronayê. Piştî ku perspeketîfên hikumetê yên girtina saziyên perwerdeyê û çûyîna dêran, pêk neanîn."

Hikumeta Îsraîlê ragihand ku dê sîstemên nû yên rewşên awarte bikevin meriyetê ku dê welêt bi temamî bigirin û ketin û derketina ji herêmên ku vîrus lê belav bûye, qedexe bikin.

 

Şeva din serokê hikumetê Benjamin Netanyahu qedexeya derketinê û veqetandina jîngehên Îsraîlê û herêmên din ji hev ji îro (sêşemê) saet 4`an û heta roja înê di dema betlaneya "Cejna Fusih" li Îsraîlê de, ragihandibû.

cx

ANHA