Şaredariya Gel li gundên Şêrawa û Şehbayê dermanê kelmêşan reşand

Şaredariya Gel a Kantona Şehbayê dermanên kelmêşan li mal, kamp û cihên giştî reşandin.

Şaredariya Gel li gundên Şêrawa û Şehbayê dermanê kelmêşan reşand
5 nîsan, 2020   12:42
ŞEHBA

Li gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrîna dagirkirî û kantona Şehbayê ku di nav de 5 kampên koçberên Efrînê jî hene, derman hat reşandin.

Li cihên giştî dermanên kelmêşan bi rêya dûmanê hatin reşandin, her wiha kelmêşên zirarê pêk tînin di destpêka havînê de derdikevin.

Di vî warî de endamê şaredariya bajarokê Babinisê ya kantona Şehbayê Mihemed Umer wiha got: "Ji duh ve me dermanên kelmêşan li tevahî navçe û gundên kantonê reşandin û piranî gund bi dawî bûn, her wiha îro jî reşandina li cihên dîtir da ku şênî ji kelmêşan di havînê de bên parastin, berdewam e."

(fr)

ANHA