Heyva Sor a Kurd li Kampa Waşûkanî tedbîrên pêwîst digire

Heyva Sor a Kurd li Kampa Waşûkanî gelek tedbîr girtin da ku pêşî li belavbûna vîrusa koronayê bigire. Her wiha bang li rêxistinên mirovî û navdewletî kir ku destekê bidin desteya tenduristiyê û Heyva Sor a Kurd da ku alav û dermanan peyda bikin.

Heyva Sor a Kurd li Kampa Waşûkanî tedbîrên pêwîst digire
Heyva Sor a Kurd li Kampa Waşûkanî tedbîrên pêwîst digire
Heyva Sor a Kurd li Kampa Waşûkanî tedbîrên pêwîst digire
Heyva Sor a Kurd li Kampa Waşûkanî tedbîrên pêwîst digire
Heyva Sor a Kurd li Kampa Waşûkanî tedbîrên pêwîst digire
Heyva Sor a Kurd li Kampa Waşûkanî tedbîrên pêwîst digire
Heyva Sor a Kurd li Kampa Waşûkanî tedbîrên pêwîst digire
5 nîsan, 2020   08:39
HESEKÊ – HENAR ÎBRAHÎM

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşî li belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) bigire gelek tedbîrên pêwîst girtin, ji wan dibistan û saziyên fermî hatin girtin, her wiha qedekirina çûn û hatinê li hemû herêman hate ferzkirin.

Heyva Sor a Kurd bi hevkariya rêveberiyê kampa Waşûkanî ya kantona Hesekê û Desteya Tenduristiyê gelek tedbîrên pêwîst girtin. Li gorî yek ji rêveberên Heyva Sor a Kurd Cîhan Amir ku hemû navend û kolanên sereke di kampê de hatin dezenfektekirin.

Cîhan di axaftina xwe de ev tişt got: "Di kampê de odeyekw gerok li pêşiya deriyê sereke yê kampê heye. Dema kesek derbas dibe rêjeya germahiya laşê wî ji aliyê pisporan ve tê girtin û hemû serdanên ji kampê re hatine sekinandin. Her wiha komên zanistî xebatên xwe di nava kampê de didomînin da ku xetereya vîrusê û şêwazên xweparastinê ji şêniyan re rave bikin."

Cîhan destnîşan kir ku kesên ku derbasî navenda tenduristiyê dibin rêjeya germahiya laşê wan tê girtin, zemîn di navbera her kesî ku ji bo nexweşiyê serî li navendê dide heye, her wiha 10 kon ji derveyî kampê wek navendên karantînayê hatine diyarkirin.

Di dawiyê de Cîhan Amir bang li rêxistinên mirovî û navdewletî kir ku destekê bidin desteya tenduristiyê û Heyva Sor a Kurd da ku derman û alavan peyda bikin, her wiha bang li şêniyan kir ku li gorî karantînayê tev bigerin da ku xwe ji vîrusê biparêzin.

bx

ANHA