​​​​​​​Şêniyên Efrînê: Divê girtiyên Îmraliyê ji Koronavîrusê bên parastin

Şêniyên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin, li gel belavbûna Koronavîrusê li cîhanê, bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku yekser mudaxeleya rewşa girtîgeha Îmraliyê bikin û tedbîrên pêwîst bigirin.

​​​​​​​Şêniyên Efrînê: Divê girtiyên Îmraliyê ji Koronavîrusê bên parastin
5 nîsan, 2020   07:01
ŞEHBA-SÎMAV XELÎL

Welatiyên kantona Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku tedbîrên ku li girtîgeha Îmraliyê girtine, eşkere bikin.

Şêniyê bi navê Henîf Sîdo got: "Piştî ku vîrusa koronayê li cîhanê belav bû, em ji tenduristiya girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de bi taybet girtîgeha Îmraliyê ku rêber Abdullah Ocalan tê de dîl hatiye girtin. Koronavîrus li cihên şilî û yên ku roj nadiyê belav dibe. Em ditirsin ku odeyên zindana girava Îmraliyê ku li deryayê ye, ji bo belavbûna vîrusê guncaw bin. Ew jî jiyana girtiyan tehdît dike."

Di dawiyê de Sîdo bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî kir ku tedbîrên pêwîst ji bo rewşa rêber Abdullah Ocalan û tevahiya girtiyên siyasî bigirin. Her wiha bang kir ku tecrîda giran bi dawî bibe û bijîşk bi awayekî asayî serdana girtîgehê bikin û rewşa girtiyan kontrol bikin.

Girêdayî heman mijarê şêniyê bi navê Mihemed Elî got: "Li gel qedexeya derketina derve li kantona Şehbayê û pêkanîna biryar û perspektîfên ku Rêveberiya Xweser dane, em pirs dikin gelo li gel belavbûna pandemiya koronayê rewşa rêber Apo wê çi be?"

Her wiha Elî got: "Gelo tedbîrên ku rêxistinên mafên mirovan ji bo zindana Îmraliyê girtine çi ne? Ji ber tecrîdê em rewşa wî nizanin. Gelek komployên ku li dijî rêber Abdullah Ocalan têne kirin hene. carek dîl girtin piştre tecrîd li ser ferz kirin, paşê şewatek bizanabûn li giravê çêbû. Lewra em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku berpirsyariyên bînin cih û tedbîrên pêwîst ji bo parastina girtiyan li Îmraliyê bigirin."

Şêniya bi navê Leyla Ednan got: "Koronavîrus li tevahiya cîhanê belav bûye. Qedexeya derketina derve hema bêje li tevahiya cîhanê hatiye ferzkirin. Ew tedbîrên pêwîst ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna wê digirin. Lewra em ji rêxistinên mafên mirovan dixwazin ku mudexele bikin û tedbîran li zindana Îmraliyê cihê dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan û du hevalên din bigirin."

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gkCa9wPQulw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>