Li Eyn Îsayê pêngava duyemîn a dezenfektekirinê dest pê kir

Şaredariya Gel a Eyn Îsayê dest bi pêngava duyemîn a hemleya dezenfektekirinê kir.

Li Eyn Îsayê pêngava duyemîn a dezenfektekirinê dest pê kir
4 nîsan, 2020   10:28
EYN ÎSA

Hemleya dezenfektekirinê ji kolana sereke ya navçeyê dest pê kir. Di hemleyê de stêrên avê hatin bikaranîn û paşê dê kolanên şaxî yên navçeyê werin dezenfektekirin.

Di vê çarçoveyê de hevserokê Komîteya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel a Eyn Îsayê Nûr Emîn wiha got: "Di pêngava duyemîn de em kolan û taxên navçeyê dezenfekte dikin. Baxçeyên giştî û cihên olî jî dê werin dezenfektekirin."

Pêngava yekemîn a hemleya dezenfektekirinê di 24`ê Adarê de dest pê kiribû ku ji tedbîrên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li dijî belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) ne. 

Her wiha li herêmên Rêveberiya Xweser ji 23`yê Adarê ve qedexeya çûn û hatinê dest pê kiriye.

Heta niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu nexweşên bi vîrusê ketibin, nehatine tomarkirin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BKT2LJDW88M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>