Putîn û Erdogan mijdarê girêdayî Idlib, Lîbya û Koronvîrûs nîqaş kirin

Serokê Rûsya Vladimir Putin bi rêya telefonê bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re axivî, dosyayên çareserkirinê yên Sûriyê nîqaş kirin di nav de pêkanîn lihevkirinên girêdayî Idlibê.

Putîn û Erdogan mijdarê girêdayî Idlib, Lîbya û Koronvîrûs nîqaş kirin
1 nîsan, 2020   17:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Kremlin, her du serokan mijarên çareserkirinê yên Sûriyê nîqaş kirin. Di nav de pêkanîna lihevkirinên Rûsya û Tirkiyê ya derbarê Idlibê de ku 5`ê Adara 2020`an hatine mohrkirin. Her wiha behsa dosyaya Lîbyayê jî kirin.

Di daxuyaniya Kremlin de hate gotin, bi rêya wê axaftinê, rewşa girêdayî belavbûna pandemiya vîrusa Koronayê hatin gotubêjkirin.

Peywendiya herduu serokan li gel berdewamkirina binpêkirinên agirbestê li Idlibê û domandina anîna cebilxanyên leşkerî ji herêmê re pêk hat.

(şx)