Kesên ku qedexeyê binpê bikin dê werin cezakirin

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê eşkere kir ku ji bo hêsankirina pêkanîna biryara qedexeya derketina derve, komek girtek girt di nav de cezakirina kesên ku biryarê muxelefe dikin.

Kesên ku qedexeyê binpê bikin dê werin cezakirin
1 nîsan, 2020   16:17
KOBANÊ

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê îro belavokek belav kir. Di belavokê de rêveberiyê gelek tedîbrên ku dê pêkanîna biryara qedexeya derketina derve hêsan bike, girtin.

Rêveberiya di belavokekê de got: "Her dikanek ji biryarê nehatiye istisnakirin wê bi 10 hezar lîreyên Sûriyê were cezakirin. Ger muxelefe dubare bû wê cezaya madî bibe du qat û dikan di dirêjahiya dema qedexeya derketina derve de bi mûmê sor bê girtin."

Têkildarî erebeyên ku biryayê binpê dikin, rêveberiyê ev tişt diyar kir: "Her erebeyek an jî motorsîklêt an jî wesayîtên din ji biryarê nehatine istisnakirin, wê bi 5 hezar lîreyên Sûriyê werin cezakirin. Ger muxelefe dubare bû jî wê miqadara cezayê du qat be."

Her wiha Rêveberiyê destnîşan kir ku li ser bingeha berjewendiya giştî û silametiya welatiyan ji belavbûna Koronvîrûsê ev tedbîrê girtine.

Di çend rojên dawîn de li Kobanê biryara qedexeya derketina derve hate paşguhkirin. Di dema ku li dewletên cîhanê de Koronavîrûs bi lez belav dibe, lê heta niha tu nexweşî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çênebûye.

(şx)

ANHA