QSD’ê êrişa çeteyên dewleta Tirk a li Eyn Îsayê têk bir

QSD û YPJ’ê êrişeke dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li gundewarên Eyn Îsayê û rêya M4 têk bir, her wiha erebeyeke leşkerî ku doçka li ser û 2 çete tê de bûn, hate rûxandin.

QSD’ê êrişa çeteyên dewleta Tirk a li Eyn Îsayê têk bir
30 adar, 2020   11:15
ر

Nûçegihanên ANHA’yê li navçeya Eyn Îsayê ragihand ku erebeyeke ji cureya  pickab ku doçka li ser, di saet 12:00’an de êrişî gundê Hoşan ê girêdayî navçeya Eyn Îsa û rêya M4 kir.

Şervanên QSD û YPJ’ê di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişê da, di encamê de erebeya leşkerî hat rûxandin û 2 çeteyên tê de hatin kuştin.

Hê jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di van kêliyan de gund topbaran dikin.

fr

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/e-27RmFuerk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>