Hamîde Yigît: Tişta ku Tirkiyê li Idlibê hêvî dikir nedît

Lêkolîner Hamîde Yigît diyar kir ku tişta ku Tirkiye li Idlibê hêvî dikir nedît, di polîtîkaya Idlibê de tenê ma û got “Tirkiye neçar e ku Heyet Tehrîr El-Şam ji holê rake, ji ber ku taehûdên wê dane.”

Hamîde Yigît: Tişta ku Tirkiyê li Idlibê hêvî dikir nedît
29 adar, 2020   07:49
NAVENDA NÛÇEYAN- CÎHAN BÎLGÎN

Nivîskar û lêkolîner Hamîde Yigît pêşketinên li Idlibê û polîtîkayên dewleta Tirk ên ji bo herêmê ji ANHA’yê re nirxandin.

Hamîde Yigît di destpêka axaftina xwe de got: “Her ku diçe pirsgirêka Idlibê tevlihevtir dibe. Dewleta Tirk hewl da Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Yekitiya Ewropayê (YE) û NATO’yê bixe nav pirsgirêka Idlibê. Lê ev hewldan hemû bi avê de çûn. Tirkiye dê di pêvajoya bê de navê Heyet Tehrîr El- Şam (HTŞ) biguherîne, lê ev wê neyê wateya ji binî ve ji holê rabûna komên radîkal. Ji ber wê jî ew komên radîkal ên ku heta niha Tirkiyê desteka wan dikir, dê ji Tirkiyê re jî bibe pirsgirêkeke cidî.”

‘BICIHBÛNA ÇETEYAN LI RÊYA M-4 DÊ JI TIRKIYÊ RE BIBE PIRSGIRÊKEKE CIDÎ’

Hamîde Yîgît, lihevkirina di 5’ê Adarê ya di navbera serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan û serokê dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de ku li Moskovê pêk hat, bi bîr xist û got: “Tirkiye neçar e li gorî lihevkirinê tev bigere. Di vê rewşê de li gorî pêwîstiyên lihevkirinê tevgerkirin ji Tirkiyê re zehmet e. Ev komên radîkal ên ku ji aliyê Tirkiyê ve tên kontrolkirin, di rastiyê de tenê Tirkiye dibêje qey wan kontrol dike. Lê kontrolkirina wan ne hêsan e.

Cihêbûna van koman li ser rêya M-4 dê ji Tirkiyê re bibe pirsgirêkeke cidî. Di serî de HTŞ, komên din ên radîkal jî diyar kir ku ew li gorî protokolên lihevkirina Rûsya-Tirkiyê tev nagerin. Di bingehê de ev ji derveyî hevpeymanê û ji xwe nexistine nava agirbestê. Lê dîsa jî ev komên ku Tirkiye wan kontrol nake, daxuyaniya wan a ku li gorî protokolê tev nagerin, nefesek da Tirkiyê.”

Hamîde wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiyê, tevliheviya komên radîkal li ser rêya M-4 ber bi bakur ve girt ser xwe. Lê ev ne karekî wisa hêsan e. Ji ber wê jî van koman pêvajoyek bi şer anî ziman. Dema ev wisa bû, Tirkiye jî ji barê ku nedikarî rake, kêm be jî xilas bû. Tirkiye wê dîsa ji bo programa tehliyekirina van koman ji bakur re, bi Rûsyaye re hevdîtinê çêke. Ji ber van pêşketinan ev rê vekir.”

‘TIRKIYE LI IDLIBÊ DI NAVA NAKOKIYÊN CIDÎ DE YE’

Hamîde bi bîr xist ku dewriyeyê hevpar ên ku biryar hatibû dayîn li Idlibê bên avêtin, hatin astengkirin û got: “Em nikarin bibêjin dewriyeyên hevpar ên heya niha serkeftî ne. Dewriyeyên demkurt hatin avêtin. Dema dewriyeyên destpêkê hatin avêtin, li hember konvoya artêşa Tirk êriş çêbû. Li wir 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û yek jî birîndar bû. Tirkiyê diyar nekir ku ev êriş ji aliyê kê ve pêk hatiye. Lê ji aliyê raya giştî ve tê zanîn ku ew komên radîkal ên ku Tirkiye ji bo wan bûye mertal, ev êriş pêk anîne. Ji ber vê jî karê Tirkiyê zehmettir dibe. Tirkiye rasterast ji wan koman re dibû mertal. Niha jî ji nişka ve li dijî wan sekinin, pir zehmet e. Lê belê, Moskov jî teahudên ku dayî û rewşa niha tê de nakok e. Ji ber wê jî nayê dîtin ku ev nakokî bê şer were derbaskirin.”

‘SÎNORÊN SOÇIYÊ CAREKE DIN HATIN XÊZKIRIN’

Hamîde Yigît diyar kir ku lihevkirina Moskovê, ji bo rêveberiya dewleta Sûriyê rihetiyek çêkir û destê wê xurt kir.

Hemîde axaftina xwe wiha domand: “Rêveberiya dewleta Sûriyê rêya M-5 di encama şerên dijwar de kontrol kir. Tam di dema ji bo konrtolkirina rêya M-4 operasyon fireh kir. Di yek carê de bê şer rêya M-4 dan wî. Di rastiyê de ev ji bo hikumeta Şamê destkeftiyek pir giring e.  Dema em ji aliyê Tirkiyê ve binirxînin ev destkeftî ne mijara gotinê ye. Berovajî ji bo Tirkiyê windahiyên cidî mijara gotinê ne. Mînak, ji bo xala çerxerêya M4-M5 Seraqib nekeve kontrola hikumeta Sûriyê, şerên pir dijwar rû dan. Komên radîkal teşwîq kir ku êrişek mezin çêbikin û windahiya xwe ya herî mezin li wir da. Bi dehan leşkerên xwe li wir winda kir û li rexmî wê jî dîsa çerxerê ji kontrola Sûriyê dernexist.

Hikumeta Sûriyê, diyarkiribû ku divê artêşa Tirk li paş nuqteyên kontrolê bisekine. Hikumeta Sûriyê ev wek xeta xwe ya sor diyar kiribû. Lê ev pêk nehat. Bi vê re jî sînorên Soçiyê careke din hatin xêzkirin. Şertên ku Tirkiyê danîn holê, nehatin pejirandin. Li gorî wan herêmên ku hikumeta Sûriyê xistiye bin kontrola xwe sînorên Soçiyê hatin xêzkirin. Ev ji bo Tirkiyê windahiyeke berbiçav e.              

Hamîde Yîgît got “Eger Tirkiyê li Idlibê şer kûr kiribe, yek ji sedeman jî eleqeya yekser a DYA’yê ya ji bo Idlibê ye” û wiha dewam kir: “Di vê mijarê de nûnerê taybet ê Sûriyê James Jeffry çû Tirkiyê û li wir diyarkir ku ew ji bo mijara Idlibê yekser piştgiriya Tirkiyê dikin. Vê daxuyaniyê jî cesaret da Tirkiyê. Lê DYA’yê got em ê ne alîkariya leşkerî tenê alîkariya siyasî bidin. Piştî ku Tirkiyê windahiyên mezin ên leşkerî dan, ji NATO’yê xwest ku destwerdanê bike. Bang li NY’ê kir ku ji bo vê mijarê acîl bicive. Her çendî xwest bi kaxeza penaberan YE’yê bixe nava mijarê jî lê nebû.

Ne mijara gotinê ye NATO, ji bo xeyalên Tirkiyê û daxwazên wî yên di rewşa heyî de, were beranberî Rûsyayê. Em bûn şahid ku di vê pêvajoyê de di rojeva wan de tiştek wiha tune ye. Ji beriya her tiştî, ne DYA û ne jî tu welatên NATO’yê hilbijêrka wan a werin beranberî Rûsyayê tune ye. Ev rastî, di vê rewşê de bi awayekî pir vekirî derket holê.”

‘TIRKIYE DÎSA MA BI TENÊ’

Hamîde Yîgît bal kişand ser kaxeza penaberan ku Tirkiyê, ji bo Idlibê bi kar tîne û pê şantajê li YE’yê kir jî, lê tu gav neda avêtin û dîsa Tirkiye bi tenê ma.

Hamîde axaftina xwe wiha domand: “Tirkiyê got ‘ji bo bi Rûsyayê re were beranberî hev divê NATO û YE’yê bide pişt xwe. Bi vî şertî wê bi Rûsyayê re were beranberî hev. Lê ev jî ne mimkune.’ Ji vir û pêve Tirkiye wê nexwaze Rûsyayê bide hemberî xwe. Pêngaveke wiha bi xwe re zirareke pir mezin anî.”

TIRKIYE DÊ ÇETEYAN TASFIYE BIKE?

Hamîde destnîşan kir ku Tirkiye neçar e HTŞ’ê ji holê rake û ev li gotinên xwe zêde kir: “Têkiliyên Tirkiyê û komên radîkal heta dawiyê ketine nava hev. Ji ber wê jî dê Tirkiye HTŞ’ê ji holê raneke. Lê, bi lihevkirinekê dê komên herî radîkal derxe pêş û ji bo ji holê rakirina wan dê hevkariyekî bike. Ji holê rakirina radîkalan nayê wateya ji holê rakirina kadroyên rêveber ên li cepheyan. Lê dibe ku tugayên tolhildanê ji holê rake. Çawa ku navê El- Nûsra guhert û kir HTŞ, dikare vê carê jî fesihkirina xwe ragihîne.”

Hamîde Yigît di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Wekî ku Tirkiye texmîn dike, dê karê wî li Idlibê ne hêsan be. Her çiqas HTŞ navê xwe biguhere jî dê komên radîkal her bimînin. Tirkiye nikare van komên radîkal ên mijara gotinê ne bigre dijî xwe û mijarê çareser bike. Ji ber wê jî dê ev kom ji bo Tirkiyê jî xetereyê çêkin.

Ma Tirkiye dixwaze di vê pêvajoyê de rêya xwe ji van komên radîkal cuda bike û têkiliyên xwe çareser bike? Li gorî min naxwaze çareser bike. Ji bo statuya xwe ya li Ildibê biparêzê dê her tişa ji destî wê tê bike. Heta ku ev komên radîkal li pişt parastina statuya li Idlibê bin, dê tikiliyên Tirkiyê bi van koman re bidome. Her wiha DYA û YE’yê jî alîgirên parastina statuya wî ya li Idlibê ne.

Neqilkirina malbatên komên radîkal ji cihekî din re ne mijara gotinê ye. Heta ku ne mijara gotinê bin jî, ji bo DYA Û YE’yê giringe ku ji bo welatên Korfezê statuya Idlibê were parastin. Xuyaye ku pirsgirêka Idlibê dê di demek kurt de neyê çareserkirin. Biryarbûyîna Rûsya û Şamê derket holê. Li ser hedefa, rêyên M-4 û M-5 ji ticareta navnetewî re werin vekirin, heta dawî sekinin. Ji bo serbixin jî heta dawî gav tên avêtin. Bi vê re jî nakokiya Idlibê girêkeke din dê were paşdexistin.”

(bm)

ANHA