Gelê Yemenê li hember Koronayê bi çarenûsa xwe re rû bi rû ye

Di demekê de ku serokên cîhanê hewl didin gelê xwe ji xeteriya belavbûna Koronavîrusê biparêzin, gelê Yemenê tenê bi çarenûsa xwe re rû bi rû maye, di navbera şantajkirina Hûsiyan de ji aliyek ve  û paşguhkirina meşrûiyetê ji aliyê din ve.

Gelê Yemenê li hember Koronayê bi çarenûsa xwe re rû bi rû ye
27 adar, 2020   17:28
QAHÎRE – EMANÎ EZAM

Fermandarê Koma Ensar Allah (El-Hûsî)Ebdulmelik El-Hûsî ragihand ku li eniya Mîdî ya parêzgeha Heca ya bakurê rojavayê Yemenê kesek bi vîrusa Koronayê ketiye. Koma Ensar Allah li parêzgehê pêngava girtina bazaran pêk anî.

Li gorî Wezîrê Plan û Hevkariya Navnetewî Necîb El-Ewec, tevî ku Banka Cîhanê û Korporiya Aborî ya Navneteweyî  (IFC) 26.7 milyon dolar Amerîkî ji bo Yemenê veqetand li dijî vîrusa Koronayê veqetand lê hikûmeta Yemenê ta niha tu tedbîr li hemberî vê şewbê negirtiye.

Serokwezîrê Yemenê Mûîdn Ebdulmelik îdiayên Hûsiyan derewand û got, heta niha ku kes ku gumanên vîrusê li ser wan hebin nehatin tespîtkirin. Hin hiqûqnas sedemên vê yekê spartin tunebûna alavên keşifkirina vîrusê.

Li aliyekî din Wezîrê Ragihandinê yê Yemenê Mûemer El-Îryanî, Koma Ensar Allah tewanbar kir ku  ji "Pêvajoya bikaranîna rewşa koronayê ya  ku azarên yemeniyan zêde dike û ambargoya li ser parêzgeha Teezê zêde dike veguherî hewldana şantajkirina civaka navdewlî û rêxisitnên navnetewyî bi hinceta piştgiriya tedbîrên li dijî vîrusa Koronayê "

El-Îryanî li ser twîtterê bang li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Unicef kir ku pergala tenduristiyê û rêvebirina yekser a li ser vê pergalê li herêmên di bin serweriya Hûsiyan de baş bike û got, koma Ensar Allah El-Hûsî ya ku xwarin ji devê bi milyonan birçiyan ji bo xetên xwe yên leşkerî dizî bawerî pên nîne ku tedbîran li dijî pandemiya cîhanê ya Koroanyê bigire.

Li ser mijarê Navenda Agahî û Amadekirinê ya Mafên Mirovan a Yemenê hişyariya xeteriya belavbûna Koronvîrusê da, ji ber ku Koma Ensar Allah El-Hûsî bi dehan welatî girtiye.

Navendê di daxuyaniyekê çapemeniyê de "Sûcên" koma Ensar Allah El-Hûsî yên li dijî bi hezaran welatiyên rêwî yên ji bajarê Yemenê diçin Senayê bi navê (Karantîneyê) şermezar kirin û destnîşan kir ku Koma Ensar Allah bi dehan welatî ji beriya du hefteyan ve li nuqteyek leşkerî derveyî bajarê Beydayê asê kirine ku dibe rastî hemû cûreyên nexweşiyan werin. Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin: "Li gorî şahidan, çekdarên milîs bi hinceta têkoşîna li dijî vîrusa Koronayê rêwiyan bi pereyan şantaj dikin."

Serokê Navneda "Heqî" ya Piştgiriya Maf û Azadiyan li Cinêvê hiqûqnasê Yemenê Hanî El-Eswedî ji ANHA‘yê re got: "Cihê mixabiniyê ye ku di demekê de ku vîrûsa Koronayê hemû deverên cîhanê belav dibe, em paşguhkirineke mezin ji aliyê desthilatdariya Yemenê ve ya ku li ser axên Yemenê ve bibînin.

El-Eswedî bi domdarî got: "Em matmayîn xitaba serokê hikûmetê guhdar dikin ku li Yemenê nexweşên vîrusê tuneye." Her wiha bang li gel kir ku bi rihê berpirsyartî tev bigerin.

Hanî El-Eswedî destnîşan kir ku serok û hikûmeta Yemenê welatî bi tenê li pêşberî vê krîzê hiştine bêyî ku kedeke aktîv a rasteqîn an jî çareseriyan ji aloziyên aborî re ku di encama belavbûna vîrusê de derkeve peyda bikin. Hanî anî ziman ku navneda Karantînayê  bi amûrên tenduristiyê kêm in, tanê cîhazekî nefesê heye.

El-Eswedî hikûmeta Yemenê tewanbar kir ku li hemberî vê pandemiyê pişta xwe dide komele û saziyên ne hikûmî ku piraniya wan girêdayî Îxwan El-Muslimîn, nemaze bi ragihandina Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Banka Navnetewî re ya  veqetandina 27 milyon dolar li hemberî vîrusa Koronayê.

Hanî El-Eswedî destnîşan kir ku her kes dizne ku komel û saziyên îxwançî alîkariyên ku ji Yemenê re têne şandin talan dikin.