Gantz bû serokê Knesset a Îsraîlê

Serokê hevpeymaniya "Şîn - Spî" Benny Gantz, wek serokê Meclisa Knesset Îsraîlê hate hilbijartin.

Gantz bû serokê Knesset a Îsraîlê
26 adar, 2020   21:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hevpeymaniya "Şîn - Spî" Benny Gantz, piştî ku hate hilbijartin banga hikumeteke awarte hevbeş di navbera xwe û dijberê xwe Benjamin Netanyahu de kir.

Gantz bernamzetê tekane li şûna alîgirê Netenyaho Yolî Idlştayn e yê ku duh jiber zextan ji erka xwe istifa kir.

Ji 120 endamên Knesset 74‘an deng dan Gantz, 18‘an deng nedan.