Li Dêrazorê Şaredariya Gel hemleya pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê berfireh kiriye

Di roja 4’an a qedexeya derketina derve de, Şaredariya Gel a Dêrazorê bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê li herêmê, dest bi dezenfetkirina kolan, deverên giştî û malan kir.

Li Dêrazorê Şaredariya Gel hemleya pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê berfireh kiriye
Li Dêrazorê Şaredariya Gel hemleya pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê berfireh kiriye
Li Dêrazorê Şaredariya Gel hemleya pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê berfireh kiriye
Li Dêrazorê Şaredariya Gel hemleya pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê berfireh kiriye
26 adar, 2020   11:45
DÊRAZOR

Di roja 4`emîn a qedexeya derketina derve de Şerdariya Gel a Herêma Dêrazorê pêngava pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) berdewam dike û di çarçoveya şaneya aloziyê de dest bi hemleya dezenfektekirin kir.

Komîteyên taybet ên Şaredariya Gel a Herêma Dêrazorê dest bi dezenfektekirina gund û mezreyan kir.

Hevserokê Şaredariya Gel şaxê gundê El-Sewa yê gundewarên rojavayê Dêrazorê Zekeriya Esaf diyar kir ku kar û xebata rasterast bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re koordîne dikin û bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê gelek bergiriyên pêwîst digirin.

Zekeriya Esaf wiha axivî: “Ji beriya 2 rojan ve me dest bi hemleya dezenfetkirina avahiyên taybet, giştî, kolanên sereke, mezre û gundan kiriye. Rêveberiya Xweser li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 23’yê mehê ve qedexeya derketina derve daye ferzkirin.”

(eh)

ANHA