Piştî serdana Şoygu ji Şamê re Îran hêza xwe li Idlibê zêde dike

Çavkaniyan got hêzên girêdayî Îranê baregehên xwe yên leşkerî ji Cebel El-Zawiye heta gundewarên Hema û gundewarên Helebê ku beriya biryara agirbestê gihîştibûn wir, xurt dike. Ev yek piştî serdana wezîrê parastinê yê Rûsya Şoygu ji Şamê re, pêk hat.

Piştî serdana Şoygu ji Şamê re Îran hêza xwe li Idlibê zêde dike
24 adar, 2020   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ji çavkaniyan ragihand kuk hêzên girêdayî Îranê baregehên xwe yên li derdora bajarê Seraqib ê gundewarên rojhilatê Idlibê, navenda bajarê Kefer Nibul a gundewarên başûrê Idlibê û nuqteyên din li Cebel El-Zawiyê, xurt dike.

Li gorî çavkaniyên SOHR`ê, hêzên bi navê “313” li derdora Kefer Nibulê belav dibin. Ew hêz desteka xwe ji Îranê digirin û Îran wan fînanse dike. Her wiha li navenda bajarê Seraqib hêzên bi navê ‘El-Ridwan’ belav dibin ku bi temamî girêdayî Hizbullah a Lubnanê ne û li derdora Seraqibê hêzên Iraqê yên alîgirên Îranê belav. Wê hêzê her wiha nuqteyên xwe li derdora çiyayê Şehşebo yê bakurê rojavayê Hemayê xurt kir û hêza bi navê ‘Fuc El-Nebî El-Ekrem’ li wir belav kir.

Hêzên alîgirên ‘Pasdarên Îranê’ jî nuqteyên xwe xurt kirin û sewqiyatên leşkerî anîn herêma El-Îs a gundewarên başûrê Helebê û li hin nuqteyên nû li derdora herêmê belav bû. Her wiha çekên giran şand hemû herêmên navborî.

Di heman derbarê de, SOHR`ê ragihand ku hêzên rejîmê di saetên derengiya şeva duşemê de tevî biryara agirbestê herêmên El-Bara, Avis û Kefer Eweyid ên başûrê Idlibê, bi moşekan bombebaran kir.

Komên çete bersiva bombebaranê dan û navendên rejîmê yên li Seraqib û Kefer Nibul bi gelek moşekan bombebaran kirin. Her wiha balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê herêma Cebel El-Zawiye ya gundewarên başûrê Idlibê geriyan.

Ev yek piştî serdana wezîrê parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ji Şamê re û hevdîtina bi Beşar El-Esed re ya ji bo nîqaşkirina geşedanên dawî li Idlib û Sûriyê, pêk hat. 

Çavkaniyên ji Şamê ji rojnameya El-Ereb re destnîşan kir ku di serdanê de îhtîmala xebateke leşkerî ya hevbeş a Rûsya-Tirkiyê û Sûriyê bêyî beşarbûna Îranê, xuya kiriye.

Îran ji tevgerên siyasî yên der barê aloziya Sûriyê de hat dûrxistin û beşdarî civînên Astanayê nehat kirin ku yek ji damezînerên civînan bû. Lewra çavdêr der barê nêzîkatiyên Rûsya û Tirkiyê de ji aliyekî ve û Rûsya û Amerîka ji aliyekî din ve, metirsiyên xwe nîşan didin.

(bx)

ANHA