​​​​​​​Li rojhilatê Kobanê dewriyeya Rûsya û Tirkiyê

Li ser bingeha hevpeyama Soçiyê ya ku Cotmeha 2019`an serokê Rûsyayê û serokkomarê Tirkiyê ragihand, beriya kêliyekê polîsên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirk a dagirker li rojhilatê bajarê Kobanê dewriyeyeke hevbeş bi rê ve bir.

​​​​​​​Li rojhilatê Kobanê dewriyeya Rûsya û Tirkiyê
23 adar, 2020   09:00
KOBANÊ

Dewriye ji 4 panzêran pêk tê û ji gundê Xerîb ê rojhilatê bajarê Kobanê dest pê kir.

Tê payîn ku dewriye ber bi gundên Eyn Bet, Cîşan, Solan, Qeremox, Bexdik û heta bi gundê Serzorî yê bejahiya rojhilatê bajarê Kobanê ku nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê ye, biçe û paşê di gundê Xerîb re vegere û panzêrên artêşa Tirk vegerin Tirkiyê.

eh

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gdNvKROxKAQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>