Herî kêm 24 endamên ewlehiya Afganistanê di êrişekê de hatin kuştin

Di êrişeke bi texmîna girêdana xwe bi Taliban re heye de li başûrê Afganistanê 24 endamên ewlehiya Afganistanê hatin kuştin.

Herî kêm 24 endamên ewlehiya Afganistanê di êrişekê de hatin kuştin
20 adar, 2020   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Afganistanê ji AFP’ê re daxuyand ku herî kêm 24 endamên ewlehiya Afganistanê îro di êrişa li dijî baregehên wan li başûrê Afganistanê hatin kuştin.

Berdevk, Hakim Zabil, Rihmellah Yarmil wiha got: "Di saet 3’yê sibehê bi dema Greenwichê de 24 endamên hêzên polîs û ewlehiya Afganistanê di encama êrişa nenasan de şehîd bûn."

Serokê parêzgeha Zabil Eta Canheq piştrast kir ku ev êriş girêdana xwe bi Tevgera Talîban re heye.

(fr)