Komîteya Tenduristiyê ya Helebê ji ber Covid -19 tedbîr girtin

Komîteya Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li dijî vîrûsa koronayê (Covid- 19) tedbîr girtin. Desteye testan ji kesên ku derbasî taxê dibin têne kirin û dê belavokên hişyariyê belav bikin.

Komîteya Tenduristiyê ya Helebê ji ber Covid -19 tedbîr girtin
Komîteya Tenduristiyê ya Helebê ji ber Covid -19 tedbîr girtin
Komîteya Tenduristiyê ya Helebê ji ber Covid -19 tedbîr girtin
Komîteya Tenduristiyê ya Helebê ji ber Covid -19 tedbîr girtin
Komîteya Tenduristiyê ya Helebê ji ber Covid -19 tedbîr girtin
Komîteya Tenduristiyê ya Helebê ji ber Covid -19 tedbîr girtin
Komîteya Tenduristiyê ya Helebê ji ber Covid -19 tedbîr girtin
15 adar, 2020   15:08
HELEB

Vîrûsa Korona (Covid-19) ya destpêkê li Çînê hate dîtiye veguhertiye pademiya global. Komîteya Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dest bi girtina tedbîrên pêwîst kir. Deste bi rêya alava testa germahiya laş şêniyên ku derbasî taxê dibin fehis dike.

Desteya Tenduristiyê li 3 deriyên taxê, Cezîrê, Ewarid û Eşrefiyê şêniyên derbasî herdu taxan dibin fehis dikin.

Girêdayî mijarê endama rêveber a Komîteya Tenduristiyê Leyla Hesen anî ziman ku ji ber nexweşiya Koronayê hemû girtekên pêwîst girtine, alava testa korona peyda kirin, her wiha mask û lepik li hemû navendên aktîv belav kirine.

Leyla li ser rêbazên xweparastinê ji vîrûsê got: "Divê şênî jî tedbîrên xwe bigirin, maskan deynin, li paqijiya benda xwe miqate bin û derdorê paqij bikin."

Komîteyê bi hevkariya Şaredariya Gel dê belavokên hişyariyê ji vîrûsa koronayê li şêniyên herdu taxan belav bikin.

ANHA