Piştî girtina dibistanan perwerde wê bi rêya Minbicê TV bêne dayîn

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê daxuyaniyek da û tê de got ew ê waneyên astên navîn û amadehî bi rêya kanala Minbicê TV biweşîne.

Piştî girtina dibistanan perwerde wê bi rêya Minbicê TV bêne dayîn
15 adar, 2020   14:38
MINBIC

Piştî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek girtekên hişyariyê ji vîrûsa Korona biryara girtina dibistan û zanîngehan li herêmên rêveberiya da, Rêveberiya Sivîl a Minbicê biryarek da ku piştgiriya xwendekaran bike da ku asta bandora neyînî ya rawestandina perwerdeyê sivik bike.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê di daxuyaniya xwe de ku duh belav kiribû got ew ê waneyên astên navîn û amadehî her roj di saet 11:00`an de bi rêya kanala Minbicê du saetan biweşîne. Wê mamosteyên pispor waneyan bidin.

Rêveberiya Xweser rêzebiryar dan û girtekên hişyariyê girtin ji bo nehêle vîrûsa Korona bigihêje herêmên rêveberiyê. Ji ber wê deriyên sînor girtin, dibistan, zanîngeha xistin betlaneyê. Her wiha dewama karmendan jî heya çend rojan taloq kir.

(şx)

ANHA