Çima Babacan di vê demê de partiya xwe ya nû radigihîne?

Piştî çend mehan û di nava aloziyên ku partiya desthilatê li Tirkiyê li hundir û derve pê re rû bi rû dibe, Alî Babacan partiya xwe ya nû ragihand. Gelo Alî Babacan kî ye û çima di vê demê de partiya xwe ragihand?

Çima Babacan di vê demê de partiya xwe ya nû radigihîne?
12 adar, 2020   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN- AZAD SEFO

Piştî çend mehan ji veqetînên di nava partiya AKP’ê ya serwer bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan, duh çarşemê cîgirê berê yê serokwezîrê Tirkiyê Alî Babacan bi awayekî fermî avakirina partiya xwe ragihand. Babacan navê "Demokrasî û Pêşketinê" li partiyê xwe yê nû kir ku bi kurtasî bi ‘DEVA’ ku waneya xwe derman e, tê binavkirin.

Partiya Babacan partiya duyemîn e ku ji AKP’ê vediqete. Beriya wê jî Ahmet Davutoglu ku piştî çend mehan ji istîfaya xwe di dawiya sala borî de avakirina partiya xwe ragihand.

VEQETÎNA JI REFÊN PARTIYA SERWER

Di hilbijartinên herêmî yên 31`ê Adara 2019`an ên Tirkiyê de piştî veqetîna ji nava refên AKP’ê, partiya serwer li Tirkiyê bi serokatiya Erdogan rastî rewşeke tevliheviyê hat û gelek şaredariyên din û di serî de yên paytext Enqereyê û ya bajarê Stenbolê, ji dest da.

Kesayetên serkêş ên damezirîner û yên xwedî rol di bidestxisitnê partiyê ji desthilatê re û mayîndebûna wê heta demeke dirêj di dîroka Tirkiyê de, ji partiyê veqetîn. Ji wan kesayetan serokê partiyê û serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu û wezîrê aboriyê û cîgirê berê yê serokwezîr Alî Babacan bûn.

Di 13`ê Kanûna 2019`an de Ahmet Davutoglu damezirandina "Partiya Pêşerojê" ragihand. Her wiha Alî Babacan partiya xwe ya bi navê ‘DEVA’ ragihand.

Alî Babacan sala 1967`an li bajarê Enqereyê hatiye dinê. Xwendina amadehî sala 1985`an bi dawî kiriye û piştre ketiye Fakulteya Endezyariya Sinaî ya Zanîngeha Rojhilata Navîn bûye û sala 1989`an dîsa bi dereceya yekemîn zanîngeh biriye serî.

Babacan ruxseta "Fulbright" a Amerîkî bi dest xistiye û ketiye Zanîngeha Northwestern ya bi nav û deng a li bajarê Chicago yê Amerîkayê bûye. Piştî ku master sala 1992`yan bi dest xistiye, li şîrketeke fînansê ya taybet heta sala 1994`an kar kiriye. Piştre vegeriyaye Enqereyê û wek şêwirmendê aboriyê yê taybet di gelek şîrketên mezin de kar kiriye.

Babacan bi beşdarbûna xwe ya nava AKP’ê sala 2001`an, dest bi jiyana xwe ya siyasî kiriye û wekî yek ji damezirînerên meclisa rêveber a bilind a partiyê tê hesibandin.

Piştî serkeftina AKP`ê di hilbijartinên parlamantoyê yên sala 2002`yan de, Babacan hîna di 35 saliya xwe de bû cîgirê daîreyeke Enqereyê, yekemîn şêwirmendê aboriyê yê serokwezîr û wezîrê dewletê yê kar û barên aborî hate pejirandin.

Di sala 2004`an de Babacan peywira wezîrê karên derve û şêwirmendê Tirkiyê yê Yekitiya Ewropayê re bi dest xist. Di wê qonaxê de gelek siyasetên ku piştgiriya aboriya Tirkiyê dikin, bi serkeftî pêk anîn. Her wiha gelek peymanên aboriyê yên giştî bi gelek dewletan re îmze kirin. Qonaxa Babacan ji qonaxên herî aktîf ên dan û standinên beşdarbûna Tirkiyê di endamtiya Yekitiya Ewropayê de bû û li Tirkiyê gelek deriyên dan û standinê vebûn.

Di sala 2009`an de jî Babacan ji peywira wezîrtiya derve istîfa kir û li şûna wî Ahmet Davutoglu peywir girt. Her wiha pewira wezîrê dewletê û rêveberê dan û standinên bi Yekitiya Ewropayê re ji Egemen Bagiş re hişt. Piştî ku gelek peymanên siyasî ku piştgiriya pêşxistina aboriyê dikirin wekî bilidkirina ruxsetên rêwîtiya bi hin dewletan re, îmze kir û peywira cîgirê serokwezîrê kar û barên aboriyê girt.

Di serdema wezîrtiya aboriyê ya Babacan de, di Tirkiye di rêza welatên sinaî de bû welatê 6`emîn li ser asta Ewropayê.

Di hilbijartinên parlamantoyê yên 2015`an de, ji ber qanûna hundirîn a partiya AKP`ê ku li gorî qanûnê endamên partiyê ji 3 caran zêdetir nikarin bibin namzet, Babacan neçar ma ku dev ji peywira xwe ya cîgiriya wezîrê kar û barên aboriyê berde û di qada aboriyê de wek endamekî AKP`ê dest bi kar kir.

REWŞA ABORIYÊ DI QONAXA BABACAN DE

Di demekê de ku piştî aloziya aboriyê ya 2001`an aboriya Tirkiyê bi 3 qatan geş bû, Babacan di hikumetê de kar kir. Wê demê beriya ku dîsa paşve vegere wek rewşa xwe ya ji sala 2018`an de, li Tirkiyê geşbûneke aborî ya berê pêk nehatibû, çêbû.

Di qonaxa Babacan de dolarê Amerîkî li hemberî lîreyên Tirkiyê 1.40 bû, piştî ku di dema nêzîkbûna partiyê ji desthilatê bi 3 lîreyan bû. Her wiha deynên Tirkiyê yên derve ji 309 milyar dolaran daketin 90 milyar dolarî.

ÇIMA JI PARTIYA ERDOGAN ISTÎFA KIR?

Piştî rojekê ji istîfaya xwe ji partiya serwer, Babacan got sedem ji ber nelihevkirinên kûr ên bi serokatiya partiyê re yên der barê dîtineke nû ya ji Tirkiyê re ye. Her wiha tekez kir ku ji ber nelihevkirinên kûr li ser tedbîrên li ser asta herêmê û cîhanê di salên dawî de, her wiha ji ber rêgez, nêrîn û pîvanên ku Babacan parastina wan dikir, wî istîfa kir.

PARLAMENTERÊN BERÊ TEV LI PARTIYA BABACAN DIBIN

Hejmara endamên meclisa damezirîner ên partiya Babacan 90 kes in ku di nav de 27 jin hene û 4 ji damezirîneran wezîrên berê yên partiya AKP`ê ne û yên sereke ev in; Babacan, wezîrê edaletê Sadullah Ergîn, wezîrê sinaî Nîhat Ergun, wezîrê malbatê Selma Aliye Kavaf.

Her wiha di partiyê de 7 parlamenterên berê hene û navên wan wiha ne: Idrîs Şahîn, Hasan Kural, Ahmet Unsal, Muhammet Emîn Akman, Abdurrahman Yetkîn, Abdurrahim Aksoy û tekana cîgirê heyî ku cîgirê Stenbolê ye Mustafa Yeneroglu.

MIJARÊN KU DESTHILATA AKP`Ê DIHEJÎNIN

Malperên opozîsyonê yên Tirkiyê dibînin ku ragihandina partiya Babacan zirareke mezin e ji bo Erdogan û bandorekê mezintir ji ya îstîfaya wî dike. Babacan ji ber tecrubeya wî ya salên dirêj di AKP`ê de bi gelek nuqteyan ji partiya AKP`ê pêşdetir e.

Babacan xwedî têkiliyên baş e bi Yekitiya Ewropayê re, ji ber ku beriya çend salan der barê beşdarbûna Enqereyê di Yekitiya Ewropayê de dan û standin bi rê ve dibirin. Berevajî têkiliyên Erdogan ên xirab bi Ewropayê re ku pir xirab bûne.

Her wiha di aliyê aborî de Babacan xwedî tecrubeyeke mezin e ku di rewşa heyî ya Tirkiyê de ku gelek pirsgirêkên aborî dîtine û AKP nikare çareseriya pêwîst jê re bibîne, Babacan dikare têkçûna aboriyê bi kar bîne da ku welatiyan ber bi partiya xwe ve bikişîne.

ÇIMA DI VÊ DEMÊ DE BABACAN PATIYA XWE RADIGIHÎNE ?

Tevî ku Babacan di 8`ê Tîrmeha 2019`an de ji AKP`ê îstifa kir, lê belê tevî bidawîbûna hemû amadekariyan jî Babacan partiya xwe dereng ragihand.

Rojnamevan Veysî Sarisozen di vî warî de wiha dibêje:

“Wisa xuya dike ku Babacan û hevalên wî di dema avakirina partiya xwe de ketin nava tereduteke mezin. Lê belê piştî krîza stratejîk a ku rejîma Erdogan li Idlibê kete navê û rikeberiya trajîk a bi Rûsyayê re û girêdayî vê yekê piştî pevçûna di navbera AKP û aliyê neteweperest ê Ergenekonê de, berteka YE’yê ya piştî “şantaja penaberan” û piştî ku xeyalên desteka NATO û DYA’yê têk çûn û piştî ku krîza aborî kûrtir bû, bi îhtîmaleke mezin Babacan dît ku dê krîza navxweyî ya AKP’ê kûrtir bibe û partiya xwe ava kir.”

‘PARTIYA BABACAN ALTERNATÎFA AKP’Ê YA LÎBERAL E’

Veysî Sarisozen diyar kir ku partiya DEVA ya bi serokatiya Alî Babacan, partiyeke liberal e û wiha pê de çû: “Partiya Babacan partiyeke “lîberal” a alîgira Rojava (hêzên Rojava) an jî Yekitiya Ewropayê (YE) ye. Ji ber vê yekê alternatîfa reel a “nav pergalê” ya AKP’ê ye. Di demeke kurt de, ewilî bi awayekî neyekser lê belê roj bi roj yekser dê desteka sermiyana alîgirê Rojava û sermiyana Ewropayê hilde. Her ku krîza dewletê kûr bibe, dê hin kesên di nava AKP’ê de xwe nêzî vê partiye bikin. Hilbijêrên ji AKP’ê dûr dikevin û CHP’ê ji xwe re nêzîk nabînin, dê berê xwe bidin partiya DEVA’yê. Bi avabûna DEVA’yê re cara ewilî ye ku alternatîfa “nav pergalê” ya AKP’ê derdikeve holê. Her wekî tê zanîn partiya Davutoglu wek encameke şerê “navxweyî” yê di nav AKP’ê de hate avakirin, lewma jî wek kopiyeke AKP’ê ye û nikare jê re bibe alternatîf. Avabûna partiya Babacan hem dê jevbelavbûna navxweyî ya AKP’ê lezgîn bike, hem jî YE û DYA li gorî performansa DEVA’yê dê helwesta xwe li hemberî rejîma Erdogan tund bikin ku ji ber ku alternatîfek tune bû, “mecbûrî” AKP’ê bûn.”

‘DEWLETA TIRK DÊ PARTIYA BABACAN LI KURDISTANÊ LI DIJÎ HDP’Ê BI KAR BÎNE’

Sarisozen wiha lê zêde kir: “Her wiha dê hin derdorên dewletê hewl bidin partiya DEVA li Kurdistanê li dijî HDP’ê wek “alternatîfeke neteweyî” bi kar bînin. Heke hin eşîrên alîgirên AKP’ê xwe nêzî vê partiye bikin, dê ne balkêş be. Kurt û kurmancî, bi avabûna partiya DEVA re êdî pir zehmet e ku AKP “bi rêya hilbijartinan” desthilata xwe biparêze. Lê belê ne rast e ku mirov bibêje dê “bi rêya hilbijartinan” bi hêsanî ji dîktatoriyê xilas bibe. Koalîsyona AKP-MHP’ê yan bi rêya zexteke zêde, provokasyon, kaosê, bo nimûne destpêkirina şerekî nû li Idlibê, li Deryaya Spî destpêkirina krîzeke nû û heta vîrusa Korona bike hincet û Rewşa Awarte yan jî Rewşa Şer îlan bike û bi “hilbijartinên serdest” pêk bîne yan jî ji bo parastina desthilata xwe wek çareya dawîn ji “dîktatoriya bihilbijartin” derbasî “dîktatoriya bêhilbijartin” bibe.  Ji bo ku partiya DEVA bibe alternatîfeke reel a “nav pergalê” divê tifaqa hemû hêzên demokratîk ên li Tirkiyê pêk bîne û nemaze pêşdaraziyên li dijî HDP’ê bişikîne.”

(cx)

ANHA