HRE: Em hevrêyê xwe Zinar Amed bi rêzdarî bi bîr tînin

HRE’yê bi daxuyaniyekê şervanê xwe Zinar Amed (Muslim Korcî) ku 9’ê Adarê di qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê de şeîd bûbû, bi bîr anî.

HRE: Em hevrêyê xwe Zinar Amed bi rêzdarî bi bîr tînin
11 adar, 2020   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

HRE’yê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şehîdê xwe Zinar Amed (Muslim Korcî) eşkere kir. Şehîd Zinar Amed di 9’ê Adarê de, di qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê de şehîd bûbû.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Di roja 9’ê Adarê de şervanê me Zinar Amed di qonaxa duyemîn ya berxwedana Efrînê de şehîd ket.

Hevrê Zinar, li Efrînê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû û mezin bû. Di berxwedana me ya li hember dagirkeriyê de bi sekna xwe ya têkoşer roleke girîng lîst. Li hember her cure tehekûm û paşverûtiyê bi hêrs û kîneke mezin sekinî û tu caran ji têkoşînê paşve gav neavêt. Hevrê Zinar di nava refên têkoşînê de erkên ku diketin ser milên wî, bi biryardariyeke mezin bi cih anîn û tev li karwanê şehîdan bû.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Zinar Amed
Nav û Paşnav: Muslim Korcî
Navê Dayikê: Şînaz
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê / 9 Adar 2020

Em di şexsê hevrê Zinar Amed de tevahî şehîdên leheng bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”