Rûsya Erdogan derewand: Îdiayên wî ne li gorî rewşa li ser erdê ye

Wezareta Parastinê ya Rûsya daxuyaniyê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên girêdayî rûxandina artêşa Tirkiyê 8 pergalên `Panzir` ên parastina asmanî li Idlibê derewandin.

Rûsya Erdogan derewand: Îdiayên wî ne li gorî rewşa li ser erdê ye
10 adar, 2020   18:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got: "Raporên serokkomarê Tirkiyê yên girêdayî aktîvbûna balafirên dron ên êrişker li parêzgeha Idlibê ku 8 pergalên parastinê `Panzir` ên Sûriyê ruxandine, ne li gorî rewşa li ser erdê ye."

Wezaretê destnîşan kir ku karînê bingehîn ên pergalên parastina asmanî yên Sûriyê di nav de pergalên `Panzir` li dora Şamê hatine bicih kirin, tenê 4 pergal ji cureya `Panzir` li herêma Idlibê hebûn.

Wezaretê diyar kir ku di êrişên Tirkiyê de du pergalên Sûriyê hatine rûxandin ku niha sererastkirina wê hema bêje bidawî dibe.

(şx)