Diri El-Cenûb bû şampyonê turnuvaya Şehîd Semîr

Tîma Diri El-Cenûb (Mertala Başûr) piştî ku li bermaberî tîma Diri El-Cezîre biser ket, bû şampyon turnuvaya futbolê ya Şehîd Semîr.

Diri El-Cenûb bû şampyonê turnuvaya Şehîd Semîr
10 adar, 2020   15:17
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Til Hemîsê bi tevlibûna 10 tîman turnuvaya futbolê bi navê "Şehîd Semîr" li dar xist. Maç li gundê Texlib ê 32 km dikve başûrê  navçeyê hatin lîstin

Tîmên beşdarî turnuveyê bûn ev in; Texlib, Diri El-Cenûb, Diri Sincar, Diri Şemer, El-Zurqa, Sefane, Umiye, El-Selmase, Nisûr Umeye û Ebû Cirî.

Turnuvayê di navîna meha Sibatê de destpê kirin û bi lîstika dawî ya di navbera tîmên Diri El-Cenûb û Diri El-Cezîrê de bi dawî bû. Di encamê de tîma Diri El-Cenbû beserket û bû şampyonê turnuvaya futbolê ya Şehîd Semîr.

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Semîr di 14`ê Tîrmeha 2019`an de li ser sînorên Sûriyê û Iraqê dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HpXOj_69prg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>