Erdogan carek din banga desteka lezgîn li NATO‘yê kir

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan banga desteka lezgîn li NATO‘yê kir.

Erdogan carek din banga desteka lezgîn li NATO‘yê kir
9 adar, 2020   20:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bang li NATO‘yê kir ku desteka ku Tirkiyê ji bo Sûriyê xwestibû bi lez pêşkêş bike û got destek girêdayî parastina Tirkiyê.

Erdogan beriya hevdîtina bi sekretêrê giştî yê NATO‘yê Jens Stoltenberg re bersiva pirsa rojnamevanan da. Erdogan got: "Tirkiyê li dijî gef û xeteriyê ji 9 salan ve yên li Sûriyê derketine têdikoşe. Divê NATO desteka ku Tirkiyê xwestibû bi lez pêşkêş bike."