Hikumeta Sûriyê, çeteyên Tirkiyê bi binpêkirina agirbestê tewabar kir

Hikumeta Sûriyê îro komên terorîst yên alîgirên rejîma Erdogan bi binpêkirina agirbestê tewanbar kir.

Hikumeta Sûriyê, çeteyên Tirkiyê bi binpêkirina agirbestê tewabar kir
7 adar, 2020   20:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa SANA ya Sûriyê: Komên terorîst ên girêdayî rejîma Erdogan agirbesta ku duh pêk hatî binpê kirin. Çeteyan gundên Hezarîn û El-Dar El-Kebîre li başûrê Idlibê kirin hedef.

SANA wiha domand: "Komên terorîst ên girêdayî hêzên rejîma Tirkiyê îro piştî nîvro bi 4 top li gundên Hezarîn û El-Dar El-Kebîre li başûrê Idlibê kirin hedef. Di encamê de zirarê madî çêbûn." SANA îşaretpê kir ku yekîneyên artêşê li eniyên Sifohin/Hezarîn bi rêya çekên guncew bersîva jêderên topban dan.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û hempêşiyê wî yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan duh li Idlibê gihaştibûn lihevkirina agirbestê. Ev lihevkirin ne ya yekê ye. Beriya wê gelek lihevkirinên agirbestê bibin ketin.

(şx)