‛Ocalan rêya azadî û edaleta rastîn e’

Şêniyên navçeya Amûdê piştrast kir ku dev ji qadan bernadin heta bihîstina agahiyên li ser rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku Rêbertî rêya azadî, têkoşîn, jiyan û edaleta rastîn e.

‛Ocalan rêya azadî û edaleta rastîn e’
‛Ocalan rêya azadî û edaleta rastîn e’
‛Ocalan rêya azadî û edaleta rastîn e’
‛Ocalan rêya azadî û edaleta rastîn e’
‛Ocalan rêya azadî û edaleta rastîn e’
‛Ocalan rêya azadî û edaleta rastîn e’
28 sibat, 2020   13:16
QAMIŞLO

Îro bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo meşeke girseyî bi dirûşma "Dê destên dirêjî Rêbertiya me bibe, bişikînin" li dar xist û bang li kişfkirina yekser a tenduristiya rêber Ocalan kir. Ew jî piştî şewata li girava Îmraliyê ya ku duh rû daye, pêk hat.

Di meşê de bi sedan şêniyên navçeya Amûdê, ji zarok, jin, kalepîr, mêr, tevahî etnîk û pêkhate, endamên saziyên civaka sivîl, rêveberên Rêveberiya Xweser, oldar, rûspiyên eşîran, partiyên siyasî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.

Meş ji Qada Şehîd Cîhad a naverasta navçeyê dest pê kir û li tevahî kolanan geriya. Meş li li Çarxeriya Jina Azad vegerî mêtîngê. Di meşê de xwepêşandêran wêneyên Ocalan û pankartên bi nivîsên" Dê destên dirêjî rêbertiya me bibe bişkînin", "Azadî ji rêber Ocalan re" û "Bang li parêzeran dikin ku bi lezgîn serdana Îmraliyê bikin" hildan.

Xwepêşandêran dirûşmên "Bê serok jiyan nabe", "Divê yekser rewşa Rêbertî bizanibin", "Hilweşe faşîzm", " Hûn nikarin roja me tarî bikin" û "Azadî ji rêber Ocalan re" berz kirin.

Di meşê de bi navê oldaran Şêx Mihemed El-Qadirî bi ayeteke ji Quranê dest pê kir û anî ziman ku ev gotin li ser rewşa Rêbertî pêk tên. El-Qadirî wiha da zanîn: "Çi qas komplo û binpêkirinên ji bo vemirandina ronahiya Ocalan û qedexekirina fikr û felsefeya wî ji gel re pêk anîn, dê ne pêkan bin. Ji ber ku rêbertî rêya azadî, têkoşîn, jiyan û edaleta rastîn e û ne edaleta ku dijminên neteweyan banga wê dikin û gel pê dixapînin."

Şêx El-Qadirî diyar kir ku fikr û felsefeya Ocalan di xwîn û damarên her şexekî/ê re derbas dibin û wiha domand: "Ocalan pirtûka dîrokê ya wekhev e, bi milyonan şênî ji xewê hişyar kir û binpêkirinên dewletên dîktator û şovînst ên ku nasname û mafên gelan çewisandine, eşkere kir."

Endama Kongreya Star Mura Zoro binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî rêber Ocalan şermezar kirin û banga yekser a eşkerekirina tendursitiya rêber Ocalan kir û wiha got: "Gel heta ku agahiyekê li ser tenduristiya rêber Ocalan nebihîze, hêdî nabe."

Mura Zoro destnîşan kir ku gelê kurd ne wek berê ye û qebûl nake ku tundî li dijî rêbertî pêk bê, her wiha anî ziman ku hûn nikarin li pêş fikr û felsefeya rêber Ocalan bisekinin.

Mura Zoro bang li dayikên şehîdan kir ku heta ku hûn agahiyekê li ser tendursitiya Ocalan nebihîzin hêdî nebin û wiha got: "Ocalan roja me ye û hûn nikarin tarî bikin û em jin fedaiyên rêber Ocalan in."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/31RgWis9WvY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>