Şêniyên Kobanê xwestin rewşa Ocalan were eşkerekirin

Şêniyên kantona Kobanê bang li desthilatdariya Tirkiyê kir ku rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan eşkere bike û bihêle parêzer hevditîna pê re bike.

Şêniyên Kobanê xwestin rewşa Ocalan were eşkerekirin
28 sibat, 2020   05:49
KOBANÊ – DÎCLE EHMED

Duh sibeha li girava Îmraliyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan lê girtiye şewatek pêk hat. Li her deverê ji bo naskirina rewşa tenduristiyê ya Rêber Ocalan ku cihê fikran e çalakî hatin lidarxistin û banga eşkerekirina rewşa Ocalan hate kirin.

Şêniyên bajarê Kobanê bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bike ji bo rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan eşkere bike û rê bide parêzeran da ku hevdîtinê bi Ocalan re bike.

Ehmed Pîrî bûyera şewata li girava Îmraliyê şermezar kir û got: "Ji ferzkirina tecrîda li ser Ocalan têr nebûn. Niha giravê dişewitînin, dixwazin ramanê Ocalan asteng bikin da ku gelê Kurd teslîmiyetê qebûl bike. Lê tu carî em teslîm nabin, bila dewleta Tirk vê yekê bizanibe."

Ehmed ku bavê şehîdekî YPG‘ê ye bang li civaka navdewletî kir ku bikeve nava liv û tevgerê û agahiyan der barê rewşa Rêber Ocalan bide û ev tişt anî ziman: "Erdogan di rewşek zehmet de ye, dixwaza tolê ji rêbertiyê hilîne, lê em vê yekê qet qebûl nakin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Suleyman Suleyman fikarên xwe der barê rewşa Ocalan de anî ziman û wiha got: "Me nûçeyek xemgînî bihîst ku li girava Îmraliyê şewat derket. Gumanên me li ser vê yekê hene û ne dûr e ku dewleta Tirk ev tişt kiribe."

Suleyman diyar kir ku bûyerên wiha berê jî hatine kirin, heman senaryo xwe dûbare dike. Komploya navdewletî û tecrîd jî hîna berdewam in. Suleyman bang li civaka navdewletî kir ku dive hewlbidin û agahiyan der barê rewşa Ocalan de eşkere bike. Her wiha bang li gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê kir ku ji bo eşkerekirina rewşa Ocalan di nava tevgerê de bin.

Wehîda Seyd Ehmed jî ji aliyê xwe ve got: "Ez wekî dayikek şehîdan dixwazim agahiyek ji rêbertî bigirim. Bi taybet piştî ku li Îmraliyê şewat derket divê destûr ji parêzer û malbata Ocalan re bê dayîn ku agahiyan ji rewşa wî û hemû girtiyên din bigirin."

Wehîda destnîşan kir ku heger agahî li ser rewşa Ocalan neyê girtin dê dayikên şehîdan dakevin qadan heta agahiyekî bigirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gdBVCaHOpw4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>