Li Qamişlo 57 şehîdên meha Sibatê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo bi merasîmekê 57 şehîdên ku di meha Sibatê de şehîd bûne, bi bîr anîn.

19 sibat, 2020   13:23
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo bi merasîmekê 57 şehîdên ku di meha Sibatê de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Şehîdên ku hatin bibîranîn şervanên QSD, YPJ, YPG, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û sivîl in ku li bajar û navçeyên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûne.

Merasîma bîranînê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişlo hat lidarxistin. Malbat û zarokên şehîdan, endamên partiya PYD`ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û saziyên civaka sivîl beşdarî merasîma bîranînê bûn. Li cihê bîranînê wêneyên şehîdan hatin daliqandin û mûm hatibûn pêxistin.

Di merasîma bîranînê de endamê PYD`ê Salih Dêrik axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Pênasekirina şehîdan tiştekî pir zehmet e. Her şehîdek bi serê xwe dinyayeke cuda ye, romanek e, felsefeyek e û heqîqetek e. Heger ne romanek û qehremanek bûna, wan canê xwe yê pîroz feda nedikir."

Paşê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Îdan Elifên axivî û got: "Rêya şehîd bûye emanate di sikura me de. Divê em bi şev û bi roj bixebitin û tê bikoşin. Têkoşîn ne tenê di çeperên şer de li dijî dijminê derve ye, lê belê  têkoşîn di hemû mal, kolan û gundan de divê hebe."

Di dawiyê de wesîqetên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/P3jQcghVV1g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>