Li başûrê Îranê erd hejiya

Li başûrê Îranê piştî nîvro bi pîleya 5,5 erd hejiya.

Li başûrê Îranê erd hejiya
16 sibat, 2020   16:06
 NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî Enstîtuya Jeofîzîkî ya Zanîngeha Tehranê erdhej saet di 16.00’an de pêk hatiye. Hate diyarkirin ku erdhej di navbera Îran û gireva Keşmê ya 49 kîlometreyan dûrî Lengergeha Bender Abbas pêk hatiye.

Di Mijdara 2017’an de jî li Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê erdehejeke bi pîleya 7,3 pêk hatibû û 620 kes miribûn.