Tirkiyê: Rewşa li Idlibê bandorê li peymana "S-400" nake

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çawişoglu got, rewşa li bajarê Idlibê ya Sûriyê bandorê li peyaman sîstema parastinê ya moşekên S-400 a di navbera Tirkiyê û Rûsya de nake.

Tirkiyê: Rewşa li Idlibê bandorê li peymana "S-400" nake
15 sibat, 2020   17:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çawişoglu piştî civîna bi hevpîşeyê xwe yê Rûsî Sergei Lavrov re got: "Nakokiyên der barê Sûriyê divê bandore li têkiliyên Enqere û Moskowayê neke û peyama kirîna Tirkiyê ya ji sîstema parastinê ya moşekên S-400 ên Rûsî nebe asteng. "

Çawîşogul got: "Nabe em helwestên xwe yên li ser esasê rêgez û siyasetên me hatine avakirin ji ber nakokiyên tekeksî bi dewletekê yan dewletên din re biguherin, divê em nehêlin pirsgirêkên li Sûriyê hevkarî û têkiliyên me xirab bikin."

Rûsya ragihandinbûn ku di sala borî de 4 dikên sîstema moşekan ku nirxê wê 2.5 milyar dolar e radestî Rûsya kir.

Rexmî hişyariyên dûbare yên Dewletên Yekûbyî yên Amerîkayê li dijî Tirkiyê û gefên ferzkirina cezayan Tirkiyê di Mijdara borî de ev pergal ceriband.