Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku biçin Îmraliyê hevdîtinê bikin, serî li serdozgeriyê da.

Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kir
13 sibat, 2020   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan; Cengîz Yureklî, Newroz Ûysal, Faîq Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo ku biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin, careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da.

Parêzeran herî dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an de bi Ocalan re hevdîtin kiribû. Ji wê rojê ve ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdanê dikin lê destûr nayê dayîn.