Piştî redkirina dewleta Tirk a derketinê, hêzên Rûsyayê bi tenê dewriye pêk anî

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê bi tena xwe dewriye li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê yê rojavayê bajarê Kobanê, piştî redkirina aliyên Tirkiyê ya derketina dewriyeya hevpar tevî hêzên Rûsyayê, pêk anî.

Piştî redkirina dewleta Tirk a derketinê, hêzên Rûsyayê bi tenê dewriye pêk anî
13 sibat, 2020   09:38
KOBANÊ

Ev cara çaremîn e ku hêzên dewleta Tirk red dikin ku dewriyeya hevpar bi polîsên leşkerî yên Rûsyayê re li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê yê bakurê Sûriyê pêk bînin. Ev jî diyar dike ku nakokiya di navbera her du hêzan a li Idlibê de derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bû.

Panzêrên polîsên leşkerî yên Rûsyayê li hember sînorê Sûriye-Tirkiyê yê li gundê Aşmê yê rojavayê bajarê Kobanê li benda hêzên dewleta Tirk a dagirker a derketina dewriyeya hevpar sekinîn. Lê belê aliyê Tirkiyê dîsa nehat û polîsên leşkerî yên Rûsyayê bi tenê derketin dewriyeyê.

Dewriyeya Rûsyayê li gundên nêzî sînorê Tirkiye-Sûriyê yên rojavayê bajarê Kobanê geriya û piştre vegerî nuqteya xwe ya li navenda Îzaê ya rojavayê bajêr.

Ji 3’yê Sibatê ve, dewleta Tirk red dike ku bi Rûsyayê re dewriyeyê li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne. Ew dewriye li gorî lihevkirinên Soçiyê yên di navbera Rûsya û Tirkiyê de di 22’yê Cotmeha de pêk tên.

Di 3’yê Sibatê de 8 leşkerên Tirk bi bombebarana hêzên rejîma Sûriyê li Idlibê hatin kuştin. Ji wê demê ve dewleta Tirk red dike ku tevî Rûsyayê dewriyeyê pêk bîne û rewşa hewayê dike bihane.

Dewleta Tirk ji dema kuştina leşkerên xwe ve, 4 car e red dike ku dewriyeya hevpar bi Rûsyayê re derkeve, her wiha 2 caran li Herêma Cizîrê û 2 carên dîtir li Kobanê.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ocOjpgPnrXk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>