Hevserokên nû yên Meclisa Rêveber a Herêma Firatê hatin hilbijartin

Hevserokên nû yên Meclisa Rêveber a Herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê tevahî endamên meclisê ve hatin erêkirin.

Hevserokên nû yên Meclisa Rêveber a Herêma Firatê hatin hilbijartin
Hevserokên nû yên Meclisa Rêveber a Herêma Firatê hatin hilbijartin
11 sibat, 2020   12:19
KOBANÊ

Piştî danişîna Meclisa Qanûnsaz li avahiya Rêveberiya Xweser a Kobanê, hevserokên nû yên Meclisa Rêveber a Herêma Firatê yên kantonên Kobanê û Girê Spî hatin hilbijartin.

Meclisê hilbijartina Lemîs Abdullah a ji bajarê Girê Spî ku ji pêkhateya Ermen e û Mihemed Şahîn ji bajarê Kobanê wek hevserok erê kir. Ew her du jî li şûna Enwer Mislim hatin hilbijartin.

Enwer Mislim ji Çileya 2014’an ve serokatiya Meclisa Rêveber a kantona Kobanê dikir û piştre heta dawiya 2017’an bû serokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê, paşê Enwer Mislim îstîfaya xwe rakir Meclisa Qanûnsaz û meclisê jî erê kir.

Hevserokên nû li pêş endamên Meclisa Qanûnsaz bi beşdariya hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etê sond xwar.

 (fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aA1QC0rPjKA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>