Li Kobanê çandina şitlên ji bo havînê

Şêniyên gundewarê kantona Kobanê di nav amadekariyên mewsima çandiniyê ya havînê de, dest bi çandina şitlên şînkahiyên havînê kirin. 

Li Kobanê çandina şitlên ji bo havînê
Li Kobanê çandina şitlên ji bo havînê
Li Kobanê çandina şitlên ji bo havînê
Li Kobanê çandina şitlên ji bo havînê
11 sibat, 2020   08:24
KOBANÊ-HÊZA HESEN

Di  van rojan de ji her sal şêniyên gundên kantona Kobanê di nav amadekariyên mewsima çandiniyê ya havînê de şitlên şînkahiyên havînê dişînin. Bi vê yekê debara xwe peyda dikin û pêwîstiyên şêniyên herêmê ji şînkahiyan peyda dikin.

Çandina şitlan dabeşî du beşan dibe, hinekan miqdarên mezin ji şitlan diçînin û difroşin. Yan jî rûberên fireh ji zeviyan di havînê de diçînin, da ku hilberînên wê bifroşin. Ev jî quta jiyana wan peyda dike, tevî wê jî rêgeza xwetêrkirinê li herêmê ji şînkahiyan pêk tîne.

Beşa din jî di mala xwe de miqdarên sînordar ji şitlan diçînin da ku di havînê de bistanên biçûk biçînin û debara malbata xwe peyda bikin.

Çandinî li rojavayê gundewarê bajarê Kobanê belav dibe. Bi taybet herêmên nêzî rojhilatê berava çemê Firatê. Ji ber ku av pir e û axa wê ji çandiniyê re baş  û berhemdar e.

Pirî caran şêniyên bajarê Kobanê şînkahî, fêkî û gelek hilberînên din ji wê herêmê peyda dikin.

Niha şitlên bacanasor, xiyar, bacanareş, îsot, kondir û xesan tên çandin.

Piştî bidawîbûna meha Adarê, şitil yekser di nav axê de têne çandin da ku mezin bibin û berhem bidin.

Hinek daxwazên cotkaran ji aliyên têkildar hene. Çotkar di peydakirina mazotê de zehmetiyan dibînin. Mazot ji bo avdanê yan jî ajotinê pêwîst e.

Cotkarê bi navê Ibrahîm Şêxo got: “Wî 3 hektar zevî bi şitlên sebzeyan li navçeya El-Qenaya li rojavayê Kobanê çandiniye. Buhabûna dolar û kêmbûna mazotê li pêşiya cotkaran bûye astengî”.

Şêxo bang li aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser kir ku alîkariya cotkaran bikin, mazot, semad, tov û derman ji wan re peyda bikin.

Di encama buhabûna bihaya dolar li beramberî lîreya Sûriyê, kelûpel buha bûn. Ew jî barên cotkaran zêde kirin. Ji ber wê beşek mezin ji cotkaran nikarin lêçûnên çandiniyê tehemul bikin û pêdiviyên hilberînê peyda bikin.

Serkeftina prosesa çandiniya şitlan wê rolek di peydakirina şînkahiyên havînê bi miqdarên mezin û bi bihayên guncew bilîze.

(şx)

ANHA