Tevî dorpêçê jî Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê serkeftî  derbas bû

Ji pêvajoya yekemîn heta ya çaremîn a Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê ku duh bi dawî bû, kesên li pişt perdeyan xebateke mezin meşand û mîhrîcan bi serkeftî derbas bû.

Tevî dorpêçê jî Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê serkeftî  derbas bû
Tevî dorpêçê jî Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê serkeftî  derbas bû
Tevî dorpêçê jî Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê serkeftî  derbas bû
7 sibat, 2020   09:48
ŞEHBA-CAFER CAFO-XANDÎ ELO

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kir. Niha jî rejîma Sûriyê kantona Şehbayê dorpêç kiriye. Ji ber vê yekê anîna alav û pêwîstiyan zor e, lê tevî vê jî 4’emîn Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê bi serkeftî pêk hat.

Endamê Komîna Sînemayê Mesûd Kerad wiha anî ziman: “Tevî kêmasiyan jî Mîhrîcana Mîtan berdewam kir. Ez ji pêvajoya yekemîn de beşdarî çalakiyên mîhrîcanê bûm û xebata arşîvê dikim. 3 mehan amadekariya mîhrîcana çaremîn hate kirin û ji ber dorpêçê gelek kêmasî derdiketin. Di milê dîtir de 8 endaman kar û xebat dida meşandin.”

Mesûd Kerad hêviyên xwe wiha anîn ziman: “Şênî bi kêfxweşî beşdarî şanoyê bûn. Hêviya min ew e ku pêncemîn Mîhrîcana Mîtan li Efrînê bi hejmareke zêdetir û derfetên baştir were lidarxistin. Ji ber ku divê gelê Kurd bi rêya çand, fîlm û şanoyê îsbata çanda xwe bike.”

Di heman demê de endamê Tevgera Çand û Hunerê şaxê kantona Efrînê Mihemed Belko axivî û got: “Ez endamê beşa deng im. Pêşandana Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê li ser asta Rojava yekemîn mîhrîcan bû, lewma deng veda. Tevî derfetên me li Şehbayê kêm bûn, lê me ji beriya 3 mehan ve dest bi amadekariyên mîhrîcanê kir. Me gelek stran û slogan dahênan. Ji ber vê yekê em bi ser ketin. Hêviya me ew e pêncemîn mîhrîcana şanoyê li kantona Efrînê li dar bikeve.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-zMcMyAMrWk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>