​​​​​​​Nûçegihana RT dema şerên Meret El-Nûman dişopand birîndar bû

Nûçegihana toreya RT a Sûriyê Wefaa Şebrûnî dema şerên di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên Tirkiyê de dişopand birîndar bû.

​​​​​​​Nûçegihana RT dema şerên Meret El-Nûman dişopand birîndar bû
29 ÇILE, 2020   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Toreya Rûsya El-Yewm ragihand ku nûçegihana wê Wefaa Şebrûnî dema şerên di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên Tirkiyê de li Meret El-Nûman li gundewarê Idlibê dişopand birîndar bûye.

Hêzên rejîma Sûriyê duh bajarê Meret El-Nûman kontrol kir. Ji aliyekî din ve şer li hinek aliyên bajêr berdewam e.

(şx)