QSD`ê 49 girtî serbest berdan

Bi însiyatîfa niyeta baş û li ser daxwazên şêxên êlên Ereb û Kurd ên Reqayê Hêzên Sûriya Demokratîk îro 49 girtî di nav de jinek ên ku destên wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê tune ye serbest berdan.

QSD`ê 49 girtî serbest berdan
25 ÇILE, 2020   16:41
REQA

Serbestberdan li qada Meclisa Sivîl a Reqayê bi tevlibûna şêx, rûspiyên êlên Reqayê, fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tevî şêniyên girtiyan pêk hat.

Ji aliyê xwe ve Ayid El-Hadî şêx êla El-Musa El-Zahir spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk ji ber ku daxwazên şêxên êlan qebûl kiriye kir. El-Hadî kesên hatine berdan teşwîq kirin ku di civakê de bêtir erênî bin  û ji nû ve dest bi jiyana xwe bikin û li gorî berpirsiyê li hember welêt bin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ra5L3DdncaQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>