Der barê koçberiyê de panelek li Amûdê hate lidarxistin

Di panelekê de ku ji aliyê Jinên Rewşenbîr ên herêma Cîzîrê ve hatî lidarxistin de sedema koçberî, derketina ji welat û bandora wan a neyinî li civakê hatin nîqaşkirin.

Der barê koçberiyê de panelek li Amûdê hate lidarxistin
Der barê koçberiyê de panelek li Amûdê hate lidarxistin
Der barê koçberiyê de panelek li Amûdê hate lidarxistin
Der barê koçberiyê de panelek li Amûdê hate lidarxistin
Der barê koçberiyê de panelek li Amûdê hate lidarxistin
18 ÇILE, 2020   18:20
QAMIŞLO

Jinên di Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê ya şaxê Qamişlo de têkildarî koçberî û derketina ji welat, sedemên wê, bandora wan li civakî, bi taybet li jin û zarokan panelek li dar xist.

Panel li navenda Meclisa Navçeya Amûdê bi beşdarbûna rewşenbîr û nûnerên saziyên civaka sivîl hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin endama Buroya Jinên Rewşenbîrn a Yekitiya Jinên Rewşenbîr a Herêma Cizîrê Huda Şêxmûs qala diyardeya koçberî, sedem û bandora wê li jin, malbat û civakî kir. Huda koçber pênase kir û ferqa wê ji hecre diyar kir. Her wiha sedemên wê yê dîrokî, bandora wê ya derûnî, aborî, çandî û siyasî li civakê destnîşan kir.

Beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman, bal kişand ku şer û nakokî civakî parçe dike, ji ber wê jinên koçber neçar dimînin ku di naa şert û mercên zor de bixebitin da ku malbata xwe xwedî bike. Beşdaran diyar kir ku şer  civakê ji perwerde û zanebûnê bêpar dihêle.

Beşdaran destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê  bi hezaran sivîl koçber kirin.

ANHA