Xalid Mehcûb: Na ji lihevkirina bi Tirkiyê re ku çeteyan dişîne Lîbyayê

Gerînendeyê Rêveberiya Tewcîh Manewî ya artêşa Lîbyayê Xalid Mehcûb eşkere kir ku Hefter û artêşa Lîbyayê bi temamî rola dewleta Tirk di her dan û standinekê de red dikin, ji ber ku Enqere dijmin e û dewleteke piştgirê milîsan e û her wiha şandina çete û şêwirmendan ji Lîbyayê re da ku şer bikin, didomîne.

Xalid Mehcûb: Na ji lihevkirina bi Tirkiyê re ku çeteyan dişîne Lîbyayê
17 ÇILE, 2020   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeyê Rêveberiya Tewcîh a Manewî ya Artêşa Wetenî ya Lîbyayê Xalid Mehcûb eşkere kir ku sedema hêrsa rastîn a dewleta Tirk ji ber binketina peymana Moskovê û redkirina fermandarê artêşê Xelîfe Hefter a îmzekirinê ye.

Mehcûb wiha ji tora El-Erebiye Net re got: "Dewleta Tirk hewl dide bi rêya peymana Moskovê peymana ewlehî û deryayê ya bi serokê hikumeta El-Wîfaq Fayiz El-Sîrac re bibe cihê meriyetê û îmzekirina me ji peymanê re tê wateya rewabûna hikumeta El-Wîfaq û bi wê re jî îtîrafa bi peymana ewlehî û deryayî ya bi dewleta Tirk re û em jî nahêlin ev yek pêk were. Ji lew re serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi hêrs bûye û zêdetir jî hêrsa wî der barê redkirina Xelîfe Hefter a neîmzekirinê de derket."

Mehcûb piştrast kir ku dan û standina bi hikumeta El-Sîrac re qebûl nakin ku rewabûn û desthilata wê bi dawî bûye. Ji ber çi dan û standin pêk were, dibe cihê îtîrafê. Her wiha artêşa Lîbyayê dest ji destkeftiyên xwe bernade û heta rizgarkirina tevahî xaka Lîbyayê ji milîsên terorîst ên bi piştgiriya dewleta Tirk û koma Îxwanan ên bandorê li biryarên hikumeta El-Wîfaq a bi serkêşiya El-Sîrac dikin, dê şer bike.

Mehcûb wiha lê zêde kir: "Hefter û artêşa Lîbyayê rola dewleta Tirk ji ber ku Enqere dijminê wan û dewleteke piştgiriya milîsan dike, di her dan û standinekê de red dike."

Fermandariya Gitşî ya artêşa Lîbyayê hin şer ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê danîne, jê jî pêwîst e milîs bên jevkirin û çekên xwe radest bikin da ku xapandina Îxwanî dubare nebe wekî çawa ku di peymana El-Sixêrat de pêk hatiye.  Ji ber vê yekê me daxwaza demeke diyar kir ku milîsên çekdar bihelînin û çekên xwe bi bin çavdêriya artêşê radest bikin û ev şert di peymana Moskovê de nehat eşkerekirin, ji lew re Hefter îmzekirin red kir.”

Mehcûb da zanîn ku peymana El-Sixêrat li pişt aloziyên li Lîbyayê ye ku niha rû didin. Bi sedema qirêjî û xapandina koma Îxwanî ya ku di civînê de li ser jevkirina milîsan erê kiriye, xetereya milîsan zêde bû û serwerî li ser hikumetê û biryarên wê kir.

Mehcûb piştrast kir ku jevkirina milîsan şertekî bingehîn e di her dan û stanekê de û bal kişand ser ku hikumeta El-Sîrac û li piş wê jî dewleta Tirk û koma Îxwanan û milîsan ev yek red kir. Bi wê re jî tu dan û standin bi El-Sîrac re pêk nayên ku şert paşguh kirin.

Li dawiyê Mehcûb wiha diyar kir: "Artêşa Lîbyayê serwerî li ser rûbereke mezin ji paytexta Lîbyayê kir û destkeftiyên mezin pêk anîn û artêş derbasî gelek herêmên mezin ên li paytextê mîna Ebû Selîm û Selahedîn bûye û tenê kêmî 3 km ji navenda hikumeta El-Sîrac dûr e."

(fr)