Şehîdên YBŞ’ê tên oxirkirin

Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî û hevrêyên wî Hemîd Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî ku duh di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, bi merasîmekê tên oxirkirin.

Şehîdên YBŞ’ê tên oxirkirin
Şehîdên YBŞ’ê tên oxirkirin
Şehîdên YBŞ’ê tên oxirkirin
Şehîdên YBŞ’ê tên oxirkirin
Şehîdên YBŞ’ê tên oxirkirin
Şehîdên YBŞ’ê tên oxirkirin
16 ÇILE, 2020   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li hember gundê Dîgurê yê girêdayî navçeya Sînunê ya Şengalê de fermandarekî YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî û şervan Hemîd Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî şehîd bûn. Merasîma ji bo oxirkirina 3 şehîdên YBŞ’ê dest pê kir.

Merasîm li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Şengalê pêk tê. Bi sedan welatiyên êzidî, eşîrên herêmê û fermandarên leşkerî beşdarî merasîmê bûne.

Cenazeyê Şervanê YBŞ'ê Hemîd Şengalî (Hemîd Xelîl Qasim) li ser daxwaza malbata wî duh bi şev hatibû veşartin.